Demîrtaş: Ji bo mîtînga li Mersînê em li benda tevlîbûna her kesî ne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo mîtînga li Mersînê banga beşdariyê li her kesî kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo mîtînga li Mersînê banga beşdariyê li her kesî kir. 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî êrîşên bombeyî yên li hemberî avahiyên HDP’a Edene û Mersînê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got: “Em îro saet di 17.00’an de li mîtînga Mersînê ne. Em ê zêdetir bi coş û moral bin. Em li benda beşdariya her kesî ne."

Êrîşa li bajarê Mersînê beriya mîtînga li Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a îro rû da.

Demîrtaş bal kişand ser êrîşa li dijî partiya xwe û da zanîn ku gotinên ku Serokkomar û Serokwezîr li qadan bilêv dikin, partiya me dikin hedef.