Demîrtaş ji bo ‘Konferansa Neteweyî’ diçe Hewlêr

Demîrtaş ji bo ‘Konferansa Neteweyî’ diçe Hewlêr

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo konferansa neteweyî ya li Herêma Federal a Kurdistan bê lidarxistin wê biçe Hewlêr.

Di nota agahdariyê ya ji Navenda Giştî ya BDP’ê hat ragihandin de  hate gotin ku Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo civîna amadekariyên Konferansa Neteweyî ya Kurd wê biçe Hewlêr û wiha berdewam dike: "Dîroka civînê hîn nehatiye diyarkirin. Wê di rojên pêşiya me de were zelakirin û agahdariyên pêwîst ji raya giştî re bên kirin."

Her wiha navê 18 kesên ku wê ji Tirkiyeyê beşdarî konferansê bibin hat dayîn. Li gorî Navenda Giştî ya BDP’ê di heyeta ku wê ji Tirkiyeyê beşdarî konferansê bibin wiha ne:

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Parlamentera Qersê ya BDP’ê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, ji Tevgera Jin a Azad a Demokratîk Meryem Adibellî, Fîgen Ektî, ji KCD’ê -Seydî Firat, Mehmet Baysal, ji Buroya Huqûqê ya Sedsalê-Mazlûm Dînç, ji Yekîtiya Elewiyên Mezopotamya- Nurhayat Altun, ji  Meya-Der- Leyla Ayaz, ji KESK’ê-Kasim Bîrtek, Hevserokê Giştî yê DDKD’ê  Îmam Taşçier, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, ji Tevgera Îslamî ya Gel- Fikrî Bozkurt, Koordînatorê Giştî yê Azadî  Adem Ozcaner, Azîze Abîş, Salîha Aydenîz, Ji Koma Diyalogê ya Dîcle Firat- Nesîme Çîmen.