Demîrtaş: Emê vê hefteyê bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bînin

Demîrtaş: Emê vê hefteyê bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bînin

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku der barê pêvajoya çareseriya demokratîk de li ser geşdanan di nava hefteyê de dê di navber ahikûmet û partiya wan de hevdîtinek pêk wre. Demîrtaş got: “Di nava vê hefteyê de emê nêzîkatiya hikûmetê bibînin. Hêviya min eve ku hikûmet bi awayekî cidî nêzî meseleyê bibe.

Beriya civîna BDP MYK, hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat avahiya Navenda Giştî ya BDP’ê û pirsên rojanmegeran berisvand. Demîrtaş da zanîn ku di rojeva wan de pêvajoya muzakreyê, çalakiyên Parqa Gezî û hilbijartinên herêmî hene. Demîrtaş li ser pirsa rojnamegeran ya wekê ‘We di civîna komê de got xetên me yên sor hene, der barê vê de bi hikûmetê re trafîkek we ya hevdîtinê heye an na?’ wiha got: “Di nava vê hefteyê de di navbera partiya me û hikûmetê de dê hevdîtinek pêk were. Hefteya borî me ji bo demokratîkbûnên pêşniyara pakêteke reformê ragîhand hikûmetê.  Em niznain ku pêşniyara me kir çawa nirxandin û çawa lê dinêrin.  Heta niha me çi pêşnûme pêşkêşî hikûmetê kiribû, dîsa bi awayekî giştî me berhv kir û wek pakêtekê pêşkêşî hikûmetê kir. Di nava vê hefteyê de mê nêzîkatiya hikûmetê bibînin. Hêviya me eve ku hikûmet jî bi awayekî erênî nêzî vê meseleyê bibe.”

Rojnamgera her wiha pirsa ‘Me wisa fêm kir ku we gotibû pêvajoya çareseriyê hatiya asta xitimandinê. Dema hun bi giştî binirxînin, asta ku pêvajoya çareseriyê lê ye hun çawa dibînin? ji Demîrtaş kir û Demîrtaş wiha got: “Me got helwest û terza hikûmetê berbi xitimandinê dibe.  Di vê mijarê de min pêwistî bi hişyariyê kir. Ji ber ku pêngava duyemîn êdî dikeve ser milê hikûmetê. Hikûmet di vê pêngavê de divê peywirên xwe bîne cih, lê ger nekeve nava helwestek wisa dê zehmetiyan bikişîne bê guman. Lê niha em niha nekarin behsa xitimandinekê bikin.”

Demîrtaş da zanîn pêngava  yekemîn ya pêvajoya çareseriyê temam bûye û di alî perîyodîk te divê mehê du caran biçin Îmraliyê.