Demîrtaş: Em ê meşa Tirkiyeyek bê AKP bidin destpêkirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Ger ku em dixwazin pêşeroja welatê xwe têxin destê xwe, divê ev partî bendê derbas bike” û da zanîn ku ew dixwazin meşa Tırkiyeyek bê AKP bidin destpêkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Ger ku em dixwazin pêşeroja welatê xwe têxin destê xwe, divê ev partî bendê derbas bike” û da zanîn ku ew dixwazin meşa Tırkiyeyek bê AKP bidin destpêkirin. Demîrtaş nerazîbûn nîşanî Davutoglu ku gotinên wî berevajî dike û weke amûreke siyasî bi kar tîne da û got: “Şikûr ji Xwedê re, namzetê me yê miftî jî heye, namzetê me yê sosyalîst jî heye. Lê namzetê me yê diz tine ye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş çû serdana Odeya Mişawirên Darayî û Hesabgirên Serbest a Stenbolê (ÎSMMMO). Tevî namzetên HDP’ê yên Stenbolê, Hevserokê HDP’ê yê bajêr Cesîm Soylu jî tevlî serdanê bûn.

Serokê ÎSMMMO Yahya Arikan ji ber serdanê malavahiya Demîrtaş kir û got: “Serdana we ji bo me rûmet e û em dixwazin ve ji bo partiyên din ên siyasî bibe mînak. Em her tim muhasebeya aştiyê dixwazin. Bi taybet em dixwazin atmosfera pêvajoya aştiyê ku we afirandiye berdewam bike.”

'DERMANÊ HERÎ BAŞ Ê KONTROLA GENDELIYÊ YE'

Arikan behsa pirsgirêkên xwe yên pîşeyî kir û got: “Pirsgirêka me ya herî sereke ew e ku edaleta bacdayinê tine ye. Li Tirkiyeyê dada bacdayinê tine ye. Bi taybet em dibêjin ku dermanê herî baş ê gendeliyê kontrokirin e.” Arikan her wiha destnîşan kir ku pirsgirêkek girîng a hesabgiran burokrasî ye.

DEMÎRTAŞ: ROJA 7Ê HEZÎRANÊ WÊ DU XET BIKEVIN PÊŞBAZIYÊ,

Demîrtaş jî da zanîn ku daxwaza zêde ya hikûmetan ew e ku sîstemek bê rêxistinên sîvîl ava bikin.

Demîrtaş ji bo rayedarên ÎSMMMO got: “Ger em dada bacdayinê di dema berhevkirina bacan de pêk neynin, wê demê em ê nikaribin ti pirsgirêkên xwe çareser bikin. Û hûn li navenda vê mekanîzmayê ne.”

Demîrtaş da zanîn divê nûnerên hemû koman di meclîsê de hebin û destnîşan kir ku 8 mişawirên darayî û hesabgir namzetên HDP’ê ne.

Demîrtaş destnîşan kir ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de du xet bikevin pêşbaziyê û diyar kir ku xeta yekem sîstema “dîktatorî” ya nûnertiya zilamek tenê dike û xeta din jî xeta xurtkirina rêveberiyên herêmî ye. Demîrtaş da zanîn ku wê xeta duyemîn bi serketî qezenc bike û  got. “Ger em dixwazin pêşeroja welatê xwe têxin destê xwe divê ev partî benda hilbijartinê derbas bike.”

Demîrtaş wiha domand: ''Me berdêlên mezin dan û gihiştin vê derê. Ger em ê pêşerojekê ava bikin, divê em ne bi endezyariya civakî, divê em ji kolanê destpê bikin û ava bikin. Em ê li ser esasê rêgezên xwe li hev bikin. Lê em ti carî rê nadin îtîfaqên qirêj ên ku têkoşîna me ya raborî tune dihesibînin. Ger wê lihevkirinek pêk bê, divê li ser esasê rêgezên me pêk bê. Em dixwazin roja 7’ê Hezîranê meşa Tirkiyeyek bê AKP bidin destpêkirin. Wê civaka Tirkiye bibîne ku em ne mecbûrê AKP'ê ne.''

'ŞIKÛR NAMZETÊN ME YÊN DIZ TINE NE'

Demîrtaş Demîrtaş destnîşan kir ku daxuyaniya wî ya bi awayê ''Misilman ji bo bibin hecî diçin Kebê. Ji bilî wê hûn nikarin li ti cihek dibin bikin. Ji bo karkeran jî Taksîm jêneger e'' ji aliyê rayedarên AKPê ve hatiye berevajîkirin û got: ''Birêz Davutoglu ne xwediyê wê rayeyê ye ku bikare baweriya min lêpirsîn bike. Ya duwem jî; dixwaze li ser esasê berevajîkirina daxuyaniyên siyasî kampanyaya hilbijartinê bimeşîne. Lê hostayê te ew derew bi kar anî, lê nekarî. Şikûr ji Xwedê, namzetê me yê miftî jî heye, namzetê me yê sosyalîst jî heye. Lê namzetê me yê diz tine ye. Birêz Davutoglu xwe serokwezîr dihesibîne. Tê nebî serokwezîr, tê roja 8'ê Hezîranê li ser wî kursî nerûnî.”