Demîrtaş: Divê YE lîsteya xwe ya 'terorê' di ber çavan re derbas bike
Demîrtaş: Divê YE lîsteya xwe ya 'terorê' di ber çavan re derbas bike
Demîrtaş: Divê YE lîsteya xwe ya 'terorê' di ber çavan re derbas bike
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna çapemeniyê ya li Parlamenta Ewropayê de bang li Yekitiya Ewropayê kir ku "lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst" di ber çavan re derbas bike. Demîrtaş bersiv da pirsên ANF'ê û xwest di pêvajoya çareseriyê de ji Tirkiyê aliyekî sêyemîn cih bigire.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî konferansa 13'ê Mijdarê ya li Meclîsa Fransayê ya bi mijara pirsgirêka Kurd, îro saet di 11:00 de li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Demîrtaş li ser vexwendina endamê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte hat parlamentê û da zanîn ku ew di hevdîtinên li Parlamenta Ewropayê de li pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyê axivîne.
DIVÊ HIKÛMET GAVÊN WÊREKTIR BIAVÊJE
Demîrtaş der barê hevdîtinên navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de got, "Divê hikûmet êdî li Tirkiyê ji bo demokratîkbûyîn û di mijara demokrasiya mayînde de gavên wêrektir biavêje."
Demîrtaş ragihand ku pêvajoya beşdariya Tirkiyê li Yekitiya Ewropayê û pêvajoya çareseriyê ji hev "nakok" nînin û got, "Ev her du pêvajo, pêvajoyên destekê didin hev, hev du xwedî dikin e."
DIVÊ YEKITIYA EWROPA PÊVAJOYÊ TEŞWÎQ BIKE
Demîrtaş diyar kir ku girîng e li Tirkiyê agirbest dewam dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi dîtina me, divê ev rewş teqez bê parastin. Divê Yekitî û Parlamenta Ewropa, ji bo naskirina mafên Kurdan li Tirkiyê, gavên hîn wêrektir û polîtîkayên cesaretê bide, biafirîne. Divê hikûmet jî di vî warî de hîn bêtir bê teşwîqkirin. Li gorî me Parlamenta Ewropa û saziyên wê di vê mijarê de qels mane."
Hevserokê BDP'ê da xuyakirin ku ji bo destpêkirina muzakereyan û ji bo muzakere veguhere aştiyeke mayînde xwest Yekitiya Ewropa hîn bêtir beşdarî pêvajoyê bibe û pêşniyarên xwe zêde bike.
Hevserokê BDP'ê ji Yekitiya Ewropayê xwest navê PKK'ê ji lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst' derxîne û got, "Yektiya Ewropa divê bi misogerî 'lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst' di ber çavan re derbas bike. Ragirtina rêxistineke ku soza danîna çekan daye di vê lîsteyê, alîkariya neda pêvajoya li Tirkiyê, berevajî zerarê dide. Ev rewş li pêşiya mayîndebûyîna aştiyê astengiyeke."
Demîrtaş diyar kir ku ji bo muzakere bi rêve biçe divê şert û mercên tecrîdê yên Ocalan lê tê ragirtin teqez ji holê bên rakirin û derfet jê re bê dayîn ku bi cîhana derve re têkiliyê deyne.
Demîrtaş ragihand ku rêya aştî û aramiya Rojhilata Navîn di çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibe û got, "Luksa ti kesî nîne ku ji lêgerîna aştiyê vegere. Lê mayîndekirina aştiyê bi edaletê dibe. Em jî ji bo edalet û demokrasiyê, çi ji destê me tê dikin."
AMED MALA BARZANÎ YE!
Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan û ji bo pirsa nûçegîhanê Stêrk TV ya li ser serdana Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Amedê ev bersiv da: "Ez vê vekirî dibêjin; Amed mala Birêz Barzanî ye. Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Amedê bêguman girîng e. Ev mijareke nayê nîqaşkirin. Em hêvîdarin ku dê ev serdan feydê li yekitiya Kurdan û pêvajoya çareseriyê ya xetimiye bike. Niyeta Serokwezîr çiye, em naxwazin di ser xwendina niyetê nîqaşê bimeşînin. Lê belê em nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê li Kurdan, li siyasetmedarên Kurdan dizanin. Em dizanin ku xwedî nêzîkatiyeke bi rûmet nîne. Lê em bawerin ku Birêz Barzanî wê rojeva siyasî ya hundirîn a Tirkiyê û têkoşîna siyasî ya Kurdan a li Tirkiyê li ber çavan bigire û li gorî wê polîtîkayekê nîşan bide. Ew siyasetmedarekî têgihiştî ye. Bi dîtina me xwedî wê ezmûnê ye, ku dê nebe amûrek ji siyasetên erzan."
DEWLETÊN SÊYEMÎN JÎ DIKARIN BIBIN ÇAVDÊRÊN PÊVAJOYÊ
Li ser pirsa nûçegîhanê ANF'ê ya li ser beşdariya aliyekî sêyemîn weke çavdêr li pêvajoya çareseriyê Demîrtaş got, "Li gorî me dewletê sêyemîn jî dikarin dibin çavdêrin pêvajoyê. Lê di asta heyî de, xuyaye ev yek ne gengaz e. Di vê asta duyemîn de, girînge ji nava Tirkiyê komeke ji rewşenbîran weke aliyê sêyemîn ê çavdêr beşdarî pêvajoyê bibe. Komîsyonek hevpar a ji aiyê herdu aliyan ve jî were qebûlkirin, dikare xebatê bimeşîne. Hikûmetê di vî warî de bersiveke erênî yan jî neyînî nedaye."