Demirtaş: Divê her kes roja cejnê biçe Pirsûsê

Demirtaş: Divê her kes roja cejnê biçe Pirsûsê

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi Serokezîrê Tirk Davutolgu re hevdîtin pêk anî, derbarê hevdîtinên bi hukûmetê re pêk anî de got: “Em weke siyasetmedar,  bi desteka ku em ji berxwedana demokratîk a gel digirin, hewl didin ku di siyasetê de rêya çareseriyê vebikin”. Demîrtaşê ku banga “mezinkirin berxwedana demokratîk li gel kir” got; “Divê her kes roja cejnê li Pirsûsê be. Em jî dê li wir bin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê hevdîtina bi Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu re pêk anî de agahî da ANF’ê.

Demîrtaş bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe ve êrîş Kobanê kir û diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku modela Rojava ku dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak, ji holê rabike û got: “Ev yek him armanca sîstema navneteweyî ye jî û him jî armanca DAIŞ’a ku xizmetê ji wan re dike”.

Demîrtaş bal kişand ser peyamên ku duh ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin û got: “Weke ku Birêz Ocalan di hevdîtina bi nunerên partiya me re pêk anî de gotiye, êrîşên li ser Kobanê wê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bi dawî bike û dê pêvajoyên derbeyan bi xwe re bîne.”

Demîrtaş bi bîr xist ku her sê aliyên Kobanê hatine dorpêçkirin û tenê aliyê alternatîf, aliyê Pirsûsê ye û got: "Gihandina desteka siyasî û lojîstîkî enceq dikarin bi vê rêya sînor pêk bê.”

'ME HEWL DA KU EM JI HUKÛMETÊ RE BEHSA PIRSGIRÊK Û TENGASIYAN BIKIN'

Demîrtaş, ku bal kişand ser pêvajoya mûzakereyan û wiha axivî: "Ji ber ku bûyerên li Kobanê diqewimin û pêvajoya çareseriyê bi awayeke yekser bi hev ve girêdayî ne,  ger berxwedana li Kobanê bi ser nekeve û DAIŞ’ Kobanê dagir bike, pêvajoya çareseriyê dê bi dawî bibe û dê pirsgirêk û tengasiyên mezin ên neteweyî û navneteweyî bên pêşiya hukûmetê. Me hewl da ku em behsa van pirsgirêk û tengasiyan ji hukûmetê re bikin. Ez bawer dikim ku hukûmet jî êdî di van demên dawiyê de van tiştan dibîne.”

Demîrtaş got: "Niha hukûmet ji bo helwesta li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyên zelaltir dide. Serokkomar jî û Serokwezîr jî dibêjin ku ew ê li dijî DAIŞ’ê helwest nîşan bidin. Dibêjin ku ew dê di her warî de destekê bidin Kobanê. Ev dê di pratîkê de pêk bê an ne, em nizanin. Lê me di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de hewl da ku em pêvajoya çareseriyê ya ku xitimîbû vebikin û me hewl da ku desteka siyasî û dîplomatîk bidin Kobanê."

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku we hewl didin bingeha desteka navneteweyî û desteka Tirkiyeyê ya ji bo Kobanê amade bikin û destnîşan kir ku ew hewl didin ku li ser vî zemînî pêşî li pêvajoya çaresiyê, berxwedana Kobanê û Rojava vebikin ku pêşketinên çêbibin. Demîrtaş got: “Birêz Ocalan, Tirkiyeyê weke îtîfaqa stratejîk û muxatab bi nav kiriye. Ji ber vê jî, ger ji bo Kobanê û Rojava lihevhatina bi muxatabê me yê pêvajoya çareseriyê re pêk neyê,  tu wateya lêgerîna ji bo pêvajoya aşitiyê jî tine ye."

'BERXWEDANA DEMOKRATÎK PIR GIRÎNG E'

Demîrtaş destnîşan kir ku berxwedana demokratîk pir girîng e û da zanîn ku hemû alîkariyên ji bo Kobanê girîng in. Demîrtaş ev bang kir: "Em bi taybet bang li her kesê dikin ku cejna xwe li Pirsûsê derbas bikin. Em jî dê li wir bin. Divê em cejna xwe li wir pîrozb ikin. Divê bi hezaran, dehhezaran, sedhezaran biçin Pirsûsê û di çarçoveya derfetande biçin Kobanê, cejna YPG’yî û rêveberên YPG’ê pîroz bikin. Divê gelê me li her derên ku lê ne, bi ruhê serhildanê înîsiyatîfa xwe bi kar bînin. Em weke siyasetmedar,  bi desteka ku me ji berxwedana demokratîk a gel digirin, hewl didin ku di siyasetê de rêya çareseriyê vebikin."

Demîrtaş ku got: "Em nikarin bêjin hemû pirsgirêk çareser bûne" û wiha domand: "Lê em hewl didin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan zemîn amade bikin. Birêz Ocalan jî bi perspektîfa çareseriyê nêzîk dibe. Ji bo neketina Kobanê hişyarî dide hukûmetê û encamên ku dê rê lê vebike bi bîr dixe. Lê, li aliyeke din jî perspektîfa çareseriyê têxe pêşiya hukûmetê.” Demîrtaş diyar kir ku ew dê li gel berxwedana demokratîk a gelê xwe ya ji bo Rojava û Kobanê bin.