Demîrtaş bi wêneyê çûkekî ji bo hilbijartinê peyam da
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo hilbijartinê peyamek da.
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo hilbijartinê peyamek da.
Demîrtaş di peyama xwe de ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kir.
Peyama Demîrtaş wiha ye: "Merheba, hûn çawa ne? Em diçin ser sindoqan, ne welê? Ji kerema xwe dengê xwe bidin û heta ku jimartin bi dawî bû xwedî li sindoqan derkevin. Em êvarê bi hev re encameke xwe bibînin."
Demîrtaş wêneyê çûkekî ku bi xwe xêz kir, weşand û got, "Dixwazim wêneyekî xwe yê din bi we re parve bikim. Bi hêviya ku sibe wê xweştir be..."
Merhabalar, nasılsınız? Sandığa gidiyoruz, değil mi? Oyunuzu mutlaka kullanın ve sayım bitene kadar da sandığa sahip çıkın lütfen. Güzel sonuçları akşam hep birlikte, keyifle izleyelim. (Bir resim çalışmamı da paylaşmak istiyorum sizlerle. Yarının daha güzel olması dileğiyle...) pic.twitter.com/ORDatTNtes
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) March 31, 2019