Demîrtaş bal kişand ser derew û bêhiqûqiya AKP'ê

Namzetê Serokkomariyê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku ew bi delîlên sexte hatiye girtin û got, AKP li dijî wê kampanya reşkirinê dimeşîne.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê Twitterê li ser dîlgirtina xwe ku bi rengekî nehiqûqî hatiye kirin, daxuyaniyek da. Demîrtaş diyar kir ku ew bi rêya fezleke û delîlên sexte yên ji aliyê dozgerên FETO ve hatine amadekirin dîl girtî ye û nivîsa dozgeriyê jî parve kir.

'EŞKERE BÛ KU HEMÛ SEXTE NE'

Peyama Demîrtaş a bi rêya Twitterê weşand wiha ye:

"Temamiya qaşo delîlên ku ji bo girtina min weke hincet hatine nîşandan sexte ne. Eşkere bû ku hemû ji aliyê dozgerên FETO ve ji ber xwe ve hatine afirandin. Lê belê hê jî her kes naxwaze bibîne, bibihîze û bizanibe.

Sermeselê, beyanên şahidê veşartî yê qaşo navê MERCEK lê hatiye kirin, ku sala 2012'an ji aliyê dozgerên Cemaetê ve li hev hatine anîn (ji xwe hemû girtî ne), ji bo girtina min ji aliyê dozgerên wê demê ve li dosyayê hatin bicihkirin.

Lê belê dadgeha ku lê têm darizandin dema ku hemû beyanên veşartî yên 'MERCEK' ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwest, rastî derkete holê. Dozgeriya ku ji bo girtina min ev delîlên sexte yên FETO xist nava dosya min, vê carê bersiveke wiha da: 'beyaneke wiha ya şahidê veşartî nîne'.

Ka qaşo mirovên ku ji ber delîlên FETO yên sexte mexdûr bûne doza wan dihate betalkirin? Lê ez bi fezleke û delîlên sexte yên 12 dozgerên FETO yên girtî niha girtî me.

Her wiha ji ber 6-8'ê Cotmehê bi sûcdarkirina 'pêşîvekirina li şîdetê ya jî sûc' ne lêpirsînek hatiye vekirin ne jî dozek.

Ji ber ku di lêpirsîna dozgeriyê de bang an jî daxuyaniyeke min a li ser 6-8'ê Cotmehê nehatiye dîtin. Ji ber ku tiştekî wiha nîne. Îftirayên di vê mijarê de li min tên kirin, di aliyê siyasî de ji bo reşkirinê ye. Ez ji ber 6-8'ê Cotmehê nayêm darizandin, nayêm sûcdarkirin û ji ber vê yekê jî negirtî me.

Doz, ji ber teşwîqa ji bo xwepêşandana bê destûr li Desteya Rêveberiyê ya Partiya me hatiye vekirin. Ev rastî jî di dema darizandinê de ji her alî ve eşkere bû.

Lê belê ji ber ku bi gotina 'Banga Demîrtaş a ji bo Kobanê' gelek derew û îftira hatin kirin, raya giştî bawer kir ku bi rastî jî min bangeke wiha kiriye. Halbûkî bangekeke min a bi vî rengî nîne.

Min di 7, 8 û 9'ê Cotmehê de 3 bang kir. Her sê bang jî ji bo pêşîgirtina li şîdet û provokasyonê bûn. Kampanya li dijî min tê meşandin, kampanyayeke ji bo qelskirina hevrikê siyasî ye. Yek ji mezintirîn kampanya reşkirinê ya dîroka me ye. Rastî ev e.