Demîrela ku bi guleya çeteyan hatî qetilkirin hate oxir kirin
Demîrela ku bi guleya çeteyan hatî qetilkirin hate oxir kirin
Demîrela ku bi guleya çeteyan hatî qetilkirin hate oxir kirin
Zaroka 13 salî Emine Demirel ku duh li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi guleya çeteyan jiyana xwe ji dest da li Qoserê hat definkirin.
Duh li Navçeya Beyoglu ya Stenbolê 2 komên çeteyan şer kir û guleya ji çeka çeteyan pengizî li dilê zaroka 13 salî Emine Demirel ket û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Demîrel ku duh bi guleya çetayan jiyana xwe ji dest da îro li Qoserê bi merasimek girseyî hat definkirin. Malbatê Cenazeyê li Goristana taxa Bahçelievlerê ya Qoserê defin kir.
Malbatê li ser gora Demîrel zimêr lorandin. Li ser gorê Memduh Ozturk, axaftinek kir û Demîrel li cem xwişk û birayê wê dixebitî û dema dixebitî bi guleya çeteyan jiyana xwe ji dest da.