Demîrel: Em ji jiyana birîndaran bi fikar in

Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel a di greva biçîbûnê de ye, diyar kir ku ji ber ku ev 4 roj in bi birîndarên bodrûmê re ti têkilî nehatiye danîn, ji jiyana wan bi fikar in.

Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel a di greva biçîbûnê de ye, diyar kir ku ji ber ku ev 4 roj in bi birîndarên bodrûmê re ti têkilî nehatiye danîn, ji jiyana wan bi fikar in. Demîrel wiha got: “Korîdora tenduristiyê dixwazin. Ji bo vê wê greva biçîbûnê û hewldanên me bidomin.”

Greva birçîbûnê ya Serokê Wekîla HDP’ê Çaglar Demîrel, Parlsmenterên HDP’ê Ahmet Yildirim û Nihat Akdogan ên li salona Koma HDP’ê ya Meclisê dewergirtin di roja 7. de ye.

Greva birçîbûnê ya ji aliyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş ji bo birindarên li bodrûma malekê ya li Cizîrê asê mane rakin nexweşxanyê 27’ê Çileyê ya li Wezareta Karên Hindir dabûn destpêkirin, piştre birin meclisê, 1’ê Sibatê ji aliyê koma duyemîn ve hat dewirgirtin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Demîrel ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo korîdorek ya tenduristiyê bê vekirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyê, daxwaza hevdîtineke nû ya li gel Wezareta Karên Hundir kirine û wiha got: “Lê, niha hê jî di civînê de ne. Em li benda bersiva daxwazê ne. Bi wezaretê re ev du roj in hevdîtin pêk nayên.”

Demîrel destnîşan kir ku ji 30’ê Çileyê ve bi birîndarên bodrûmê re ti têkilî nehatiye danîn û wiha anî ziman: “Ev 4 roj in ti agahî ji birîndaran nayê girtin. Wezaret jî ti agahiyan nadin. Em ji jiyana wan bi fikar in.”

Demîrel da xuyakirin ku ji bo birîndaran ji bodrûmê rakin nexweşxaneyê û li gel wan cenazeyên heyî jî bên rakirin di greva biçîbûnê de ne. Demîrel wiha ragihand: “ Em dixwazin qedexeya derketina kolanan bi dawî bibe. Lê, ya niha ji hemûyan leztir birîndar rakirina nexweşxaneyê ye. Heta birîndaran ranekin nexweşxaneyê û cenazeyan neşînin nexweşxaneyê wê greva birçîbûnê bidomine.”

Demîrel diyar kir ku di encama hevdîtina bi Wezareta Karên Hindir re, dema ku ji bo rakirina birîndaran nêzîkî bodrûmê bûn, êrîşên bi bombeyan û çekan hatin lidarxistin. Demîrel wiha got: “ Piştî vê êrîşê peywendî qut bûn.”

Çaglar Demîrel bi bîr xist kur Hevserokên HDP’ê û DBP’ê ji bo biçin Cizîrê ketin ser rê û wiha anî ziman: “ Em daxwaza korîdorek a tenduristiyê dikin. Xebatkarên tenduristiyê yên dildar, ambûlansên şaredariyan biçin bodrûmê, birîndaran bigirin û rakin nexweşxaneyê. Em dixwazin ev pêk were. Ji bo vê wê greva me ya birçîbûnê û hewldanên me bidomin.”