Demîrel a dîlgirtî: Me dest bi greva birçîbûnê kir
Parlementera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel diyar kir ku wan li dijî tecrîdê bi 15 kesan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Parlementera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel diyar kir ku wan li dijî tecrîdê bi 15 kesan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Demîrel ragihand ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan tevî 15 hevalên xwe yê siyasetmedar dest bi greva birçîbûnê kirine.
Demîrel û hevalên xwe yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tên ragirtin.
Demîrel di peyama xwe de ev tişt got: “Ji bo piştgiriya hevala me Leyla Guven ji îro û pê ve min û 15 hevalê xwe yê siyasetmedar re dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan kir. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesan e. Divê demildest dawî li tecrîd û îzolasyonê bê anîn. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî sûcê mirovahiyê serî rakin û têkoşîna demokratîk mezin bikin. Pêwîst e her kesek bibe Leylayek û bi vê hişmendiyê tevbigere.”