Dema ku zêde werin bikaranîn jelên dezenfektan ziyanê didin
Li gorî lêkolînan jelên hîdroalkolîn ku van mehên dawî rojê çend caran têne bikaranîn dema bi roj lê bide ziyanê dide.
Li gorî lêkolînan jelên hîdroalkolîn ku van mehên dawî rojê çend caran têne bikaranîn dema bi roj lê bide ziyanê dide.
Dermatalog Marta Frîevro ku ji rojnameya El Mundo ya Spanyayê re axivî û diyar kir jelên ku, ji bo vîrûsan dikujin pir têne bikaranîn dema ku roj lê dikeve çermê mirov reş dike. Fîevro got dema ku tîrêjên rojê li jelên dikeve çermê mirov dikare birîn bike û sedema reşbûna çêrm jî ji ber madeyên di nav jelan de ye.
Doktorê Fransiz Pîerre Parneîx derheqê vê angaştê ji Huffîngton Postrê re axivî, diyar kir, alkola jelan ji bo ku zû difure zirarê nade. Li gorî Parneîxê jel tenê çermê mirov ziwa dike.
Rêvebera Sendîkaya Dermatologên Fransî Îsabelle Gallay ji ber jelên ku mirov bi kar tîne mirov gelek caran destÊ xwe binermijîne wê baş be. Li gorî dermatologeke dî Catherîne Olîveres-Ghoutî jel weke parfûmên dî bandorê li ser çêrm dike.