Dema kampanyaya ji Ocalan re Azadî hat dirêjkirin
Dema kampanyaya ji Ocalan re Azadî hat dirêjkirin
Dema kampanyaya ji Ocalan re Azadî hat dirêjkirin
Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, diyar kir ku dê kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin.
Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avakirin, ji 15’ê Sibatê de kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Platformê daxuyaniyek da û diyar kir ku kampanyaya ku dabûn destpêkirin didome û wiha berdewam kir: “Dema xebat hat destpêkirin dihat payîn ku dê kampanya di meha Îlonê de bi dawî be. Lê rewşa heyî me me hewcedarî dît ku kampanya bidome.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev kampanyayek îmzeyan ya gelek hêsan ku her kesê ji Ocalan re Azadiyê dixwaze dikare xwe bigihîninê û wiha berdewam kir: “Heta ku eleqeyeka têr bê nîşandan dê kampanya bênavber bidome. Platforma me li ser pêşniyarên hatine û daxwaza tevlibûna gel nirxandiye û biryar daye ku tempoya xebatê bidome.“