DEM Partiyê cejn pîroz kir û spasiya gelan kir

Hevserokên DEM Partiyê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, "Em spasiya gelên xwe dikin ku li gel zext û zordariyê jî li ber xwe da û du cejn da pîrozkirin."

DEM PARTIYÊ CEJN PÎROZ KIR

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi wesîleya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin. Di peyama xwe de hevserokan hêvî kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê.

Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:

"Em Cejna Remezanê li temamê civaka Îslamê pîroz dikin, hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê.

Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.

Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.

Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin, em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin.

Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyê cîhanê bigihîje serfiraziyê."