DEM Partî xwe ji mîtînga mezin a 25'ê Sibatê re amade dike

DEM Partî 25'ê Sibatê wê 'Mîtînga Demokrasî û Azadiyê' lidar bixe. DEM Partiyê banga tevlîbûna xurt a mîtîngê kir.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di navbera 1-15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurt a Stenbolê mitîngê li dar bixe. 
 
Têkildarî mitîngê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî hate dayîn. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. 
  
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz metna daxuyaniyê xwend û got ku bi pêşengtiya modernîteya kapîtalîst hewldan hene ku dîzayneke nû li cîhanê bê avakirin. Yangoz, diyar kir ku ev dîzayn bi xwe re gelek krîzan jî tîne û ev plan ji hêla Kurdistan û Tirkiyeyê ve “projeya rûxandina civakê ye.” Bi domdarî Yangoz da zanîn ku nûnerên herêmê yên vê projeyê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên faşîst li dijî hemû dînamîkên civakê şer dike. Hemû mafên mirovan û azadî binpê kiriye û di encama polîtîkayên xelet ên aborî û siyasî de civak xistiye nava krîzeke mezin. Bi vê yekê armanc dikin ku heqîqeta civakî tecrîd bikin.” 
 
Di berdewamê de Yangoz bal kişand ser girîngiya “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji du baskan ve li Kurdistanê hatibû destpêkirin û ev nirxandin kir: “Bi mebesta têkbirina polîtîkayên tecrîdê ku dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li tevahiya civakê ferz bikin, hate destpêkirin û hestiyariya civakî zêde kirin. Meşvanên azadiyê yên ku ji serî heta binî li tevahiya Kurdistanê geriyan, heqîqet qêriyan, hafizeya civakî zindî kirin û careke din nîşan dan ku bi têkoşîneke civakî dikare faşîzm were têkbirin.”
 
Yangoz, anî ziman ku weke parastvanên Rêya Sêyemîn dê dê gotina gelê xwe bikin, bi heqîqeta wan re dê xebatên xwe yên hilbijartinê veguherînin têkoşîneke civakî. Yangoz, ji bo “Mitînga demokrasî û azadiyê” ku dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir û got ku ev mitîng banga jiyana nû ye.