DEM Partî: Bi vesazkirinên bacê kesên astengdar tên hedefgirtin

Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî got: ‘’Vesazkirinên bacê yên nû yên desthilatdariyê astengiyên li pêşiya kesên astengdar zêdetir dikin.’’

DEM Partiyê têkildarî qanûna nû ya vesazkirina bacê û bandorên wê yên li ser kesên astengdar daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî ve hate weşandin de ev yek hatin gotin: ‘’Hikûmetê di bin navê vesazkirina bacê de hin guhertin pêk anîn ku bi navê Pakêta Edaletê ya têkildarî Bacê ji raya giştî re hate parvekirin. Bi qanûna berbehs tê xwestin ku daxistina OTV’ê ya ji 5 salan derxînin 10 salan ku ji bo wesayîtkirina astengdaran dihat sepandin û di rewşa wefata astengdaran de ji wasiyên wan bac were standin yan jî ew daxistinan bacê bi temamî were rakirin. Ev yek weke encama paşguhkirina astengdaran derdikev pêşiya me û di heman demê de tê wateya binpêkirina qaîdeyên bingehîn ên Peymana Têkildarî Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî.’’

Hatîce Betul Çelebî di daxuyaniyê de diyar kir ku astengdar û malbatên wan gelekî ji krîza aborî bandor bûne û ev yek anîn ziman: ‘’Li gorî daneyên TUÎK’ê para 12 milyon astengdarên ku li welatê me dijîn a di budceyê de ji sedî 1.6 e. Veqetandina ji sedî 1,6 ê butçeya navendî ya ji bo astengdarên ku ji sedî 12.29’ê nifûsa welatî pêk tînin, ku budceya navendî ji 11 trîlyonî zêdetir e tê wateya rewakirina vê xizaniyê.’’ 

Çelebî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nêrîna desthilatdariyê ya têkildarî kesên astengdar û daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Desthilatdarî bi vê vesazkirina bacê dixwaze astengdaran bike objeya xizaniyeke bêdawî û çanda parsekiyê ku heman desthilatdarî astengdaran li hemû qadên jiyanê li park, kolan, restoran û cafeyan kesên astengdar weke hewcedar û tengezaran dibîne.’’