Dek û dolaba "ne bijartina" Kurdî
Dek û dolaba "ne bijartina" Kurdî
Dek û dolaba "ne bijartina" Kurdî
Zarokên Kurd ên bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2013-2014'an dikin, daxwaza wan a ji bo dersa "bijarte" ya Kurdî jî tê astengkirin. Li Dibistana Navîn a Îbnî Sîna ya li Basmane ya Îzmîrê, mamosteya dîn, forma zarokên Kurd ên xwestin dersa "bijarte" ya Kurdî bibînin guhert û weke ku zarokan xwestine "dersên Kûranê bibîne" nîşan da.
Malbata Aslan a li Basmane ya Îzmîrê dimîne, ji bo zarokên wan ji dersên bijarte yên Kurdî ku di bin navê "Zimanên Dijîn" de li dibistanan tê dayîn sûdê werbigire, di forma dersên bijarte de işaret li Kurdî danî.
Xwendkarê pola 6. a Dibistana Navîn a Îbnî Sîna M.A. ji bo forma malbata wî dagirtiye radest bike, çû dibistanê. Lê belê mamosteya dîn got, "Ji bo vê dersê dê mamoste neyê dayîn, ji xwe ev ders dê venebe", bi van gotinan daxwaza ji bo Kurdî jê bir û ji M.A. xwest işaretê li dersa hînbûna Kûranê deyne.
Apê M.A Kenan Aslan got, "Ji bo birazê min ji dersa bijarte ya Kurdî sûdê werbigire, me işaret li "dersa bijarte ya Kurdî" danî. Lê belê dema çû dibistanê mamosteya dîn a bi navê Asiye ev daxwaz ji formê bir û bijarke hînbûna Kûranê da işaretkirin."
Aslan bibîr xist ku ji bo dersa bijarte bê hînkirin herî kêm divê 10 kes dersa mijara gotinê hilbijêre û got, "Ji bo pêşî li vê hejmarê were girtin, tevî ku malbatan "dersay bijarte ya Kurdî" işaret kirine jî, dema zarok diçin dibistanê mamosteyên wan daxwazên wan diguherînin."
Aslan diyar kir ku hikûmeta AKP di şûna daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl bike de dersa bijarte derxistiye pêş, lê vê yekê jî asteng dike û got, "AKP dixwaze bi vê rê re bêje, 'Vaye em Kurdî di dibistanan de weke dersekê didin lê kes eleqeyê nîşan dane. Di bine vê de mejiyê înkarê heye."
Di hevdîtinên me yê li gel alîkarê mudurê Dibistana Navîn a Îbnî Sîna Hasan Tansel Kiliç û mamosteya dîn a bi navê Asiye de, mamosteya dîn destpêkê îdîa red kir. Lê belê dema alîkarê mudur xwendekar M.A. anî pêşberî rûyê wê, neçar ma vê hewldana xwe qebûl bike. Li ser vê yekê alîkarê mudur Hasan Tansel Kiliç diyar kir ku ewê sererastkirinên pêwîst bikin û formên dersên bijarte ji nû ve bişîne ji malbatan re.
Gelek malbatên Kurd ên li Basmane radigihînin ku li gelek dibistanên herêmê astengiyên bi vî regnî hene û diyar kirin ku mamosteyên dîn ên ser bi cemaeta Fethûllah Gulen ji bo pêşî li dersên bijarte yên Kurdî li dibistanan bigirin û nehêlin mamoste werin wezîfedarkirin, seferber bûne.
Malbat dibêjin, "Daxwaza me ya bingehîn perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Lê belê hikûmeta AKP'ê di dersa bijarte ya bi xwe diyar kiriye de jî ji dil nîne. Hewl dide siyaseta înkarê bi rêbazên cuda bimeşîne."