Dê girtiyên siyasî ên li Burmayê bêne berdan

Dê girtiyên siyasî ên li Burmayê bêne berdan

Serok Dewletê Burmayê Thein Sein di daxuyaniya ku li Londonê dayî û da diyarkirin ku, hemû girtiyên siyasî dê heya dawiya salê bêne berdan. Weke din jî ragihand ku, dê di heftiyên pêş me de bi komên etnîkî re agirbest di rojevê de be.

Serok Dewletê Burmayê Thein Sein li Chatham House’yê daxuyaniyek da û got; “Ez garantiyê didim wek ku, heya dawiya salê hemû kesên li Burmayê ji ber sedema fikrên xwe hatine girtin dê bêne berdan.”

Sein anî ziman ku, qasî nîv sedsale Burmaya ku bi rêbazên leşkerî tê birêve birin armanc dike ku xwe ji vê xilas bike. Weke din jî da zanîn ku, piştî Burmayê di sala 1948’an xwe ji Qralliyeta Birîtanyayê qut kir û serxwebûna xwe qezenc kir û vir ve bi etnîsîteyan re şer dikin dê, wan pirsgirêkên xwe jî çareser bikin. Sein diyarkir ku, “Em dikarin agirbestekê pêkbînin û piştî 60 salan û vir ve cara yekem dibe çek bêdeng bibin.”

Serok Dewletê Burmayê Thein Sein li Londonê hevdîtinan dike, piştî du rojan dê li Fransayê hevdîtinan bike.

Gelek rêxistinên mafê mirovan yên Fransayê bang li Serok Komarê Fransayê Françios Hollande kirin ku, “Rewşa mafê mirovan ya li Burmayê ji nedîtî ve neyê.”