DCN’ê serlêdana Roboskê qebûl nekir
DCN’ê serlêdana Roboskê qebûl nekir
DCN’ê serlêdana Roboskê qebûl nekir
DCN’ê ji ber ku Tirkiye di peymana Romayê de nebû alîgir, serlêdana der barê komkujiya Roboskê hatiye kirin de nexistin rojeva xwe.
Ligel ku di ser komkujiya Roboskê de du sal derbas bû, ji bo ronîkirina komkujiyê AKP’ê tu tiştek nekir, di qada hiqûqa navnetewî de pêngavên ku hikûmetê navêtin, li pêş darizandina kujeran bû asteng.
Hikûmeta AKP’ê ji ber ku ev 10 sale Peymana Romayê îmze nekiriye, Dadgeha Cezaya Navnetewî (DCN) serlêdana der barê komujiyê de hatiye kirin, qebûl nekirin.
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak diyar kir ku komkujî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de cih girt û serî li Dadgeha Cezaya Navnetewî dan.
Di nivîsa ku di Sibata 2012’an de ji DCN’ê ji hevserokên giştî re hat şandin de diyar kir ku name û dokuman girtine nirxandinê û biryara ku derkeve dê bi metna hincetê bişînin.
Her wiha ji DCN'ê agahiya ku serlêdana hevserokên BDP’ê nehatiye qebûlkirin jî hat ragîhandin.
Wek hincet jî hat gotin ku şert û mercên serlêdanê nehatine avakirin.
TIRKIYE NE ALÎGIRE
Dadgeha Cezaya Navnetewî, di 1998’an de bi qebûlkirian Statuya Romayê hat avakirin.
Statuya Romayê diyar dikir ku divê ji aliyê 60 welatî ve bê qebûlkirin û wisa bikeve jiyanê. Erêkirin di 2002’an de pêk hat. Di sibata 2003’an de 18 dadger hatin hilbijartin. Ji bilî Tirkiye û Azerbaycanê hemû welatî îmze kir.
Tirkiyeyê diyar kiribû ku di mevzuata 2002’an de sererastkirinek têr tune û piştî sererastkirinên pêwist bê kirin dê bibin alîgirê statuyê.