DBP: Qeşmerên Qesrê qeşmertiya xwe didomînin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê kampanya lîncê ya li hemberî kesên di operasyonên duh ên li Stenbolê de hatin binçavkirin de, daxuyaniyek weşand.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê kampanya lîncê ya li hemberî kesên di operasyonên duh ên li Stenbolê de hatin binçavkirin de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan, bi şerê li hemberî daxwazên însanî û demokratîk ên gelê Kurd dimeşîne re, welat ji dewleteke hiqûqê gelekî dûr xistiye û hat bibîrxistin, ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve li gelek navendên Kurdistanê yên weke Cizîr, Silopiya û Sûrê komkujiyan dike, li aliyê din jî operasyonên siyasî yên li hemberî partiya me û siyaseta demokratîk, bi bê exlaqiyê didomîne.

DBP'ê da zanîn ku di operasyonên duh ên li Stenbolê de Hesabgirê wan ê giştî Berat Anli endamên Meclîsa Partiyê, rêveberên bajar û navçeyan û Hesabgirê Giştî yê HDP'ê jî di nav de piraniya wan xebatkarên partiya wan zêdeyî 30 kes bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin.

'SERÎ LI DEREWAN DIDIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku çavkaniyên îftira û derewan Anadolû Ajansi, Yenî Şafak û Haber7, hemû pîvanên exlaqa nûçegihaniyê herikandine klozetên ji zêr û di dema pêkhatina operasyonê de ev yek yekser raya giştî re ragihandine.

DBP'ê diyar kir ku ev çavkaniyên nûçeyên derew îftira "pereyê ji bazirganiya malê qaçax, fûhûş û qumarê hatiye bidestxistin, ji rêxistina terorê re dihat ragihandin" kirine û wiha dewam kir: "Ev saziyên 'medya' yên ku veguherîne civata qeşmerên AKP û Qesrê, bi vê weşanê re hewl didin nûnerên gelê Kurd îllegal bikin, bêhiqûqiya dikin rewa nîşan bidin û bi çîrokên derew û li derveyî exlaqê re dikare gelê Kurd û nûnerên wan ji hev qut bikin.

DBP'ê destnîşan kir, ku divê ev parazîtên desthilatdariyê ji bîr nekin; têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke sedsalî ye û reh berdaye çar aliyên welêt. DBP'ê got, "Ne dikarin Kurdan ji welatê wan derxînin ne jî dikarin Kurdan ji têkoşîna azadiyê vegerînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê li hemberî yên ev nûçeya bê exlaq çêkiriye û saziyên weşandiye de, wê doz were vekirin.