Dayikên Şemiyê: Ranezê Tirkiye!

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û bixwazin ku kujer werin darizandin, di hefteya 561. de li edaletê geriyan.

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser komkujiyên AKP dike. Dayikan bang li raya giştî kirin û gotin, "Ranezê Tirkiye".

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û bixwazin ku kujer werin darizandin, di hefteya 561. de li edaletê geriyan. Dayikên Şemiyê pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" vekirin û vê hefteyê jî wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya dawî ya sala 2015'an de Dayikên Şemiyê çîroka Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de di bin çavan de hate windakirin vegotin. Dayikan qazax û karîkaturên ku Bahçecî xêz kiribûn jî danîn li ser pankarta ku vekirin. Di çalakiyê de ewil kurê Kadir Keremoglu yê li Wanê di 14'ê Nîsana 1995'an de hatibû windakirin Bahattîn Keremoglu axivî. Keremoglu got ku endamên JÎTEM'ê yên wê demê Alaattîn Kanat, Mahmût Yildirim (Yeşîl) û Şehmuz Durak da û got ku kiryar diyar in. Kerekoglu bal kişand li ser qedexeyên li Kurdistanê jî û wiha got: "Em edaletê dixwazin, ev 21 sal in em li pey vî dozê ne. Îro jî sedema qetilkirinan kurdbûn e."

'ÊDÎ BES E'

Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî bal kişand li ser qetlîamên li Kurdistanê û wiha got: "Em 561 hefte ne ji bo ku aqûbeta xizmên me bên ronîkirin li daqan e. Lê ev kujerên dest bixwîn her roj cînayetên nû pêk tînin. Kesên nû li artêşa windayan zêde dikin." Karakoç ê ku got "êdî bes e" wiha axivî: "Ez bang li kujerên dest bi xwîn dikim. Wê ev welat hesabê xwîna ku hûn dirijînin bipirse û hûn ê di dojehê de biçin cihê ku heq dikin."

'EZ FEDÎ DIKIM CENAZEYÊ BIRARYÊ XWE BIXWAZIM'

Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Erenê di 21'ê Mijdara 1980'an de hate qetilkirin jî bal kişand qatlîamên li dijî kurdan. Eren wiha got: Di salên 90'an de mirov ji dur ve dihatin windakirin. Lê niha li ber çavên hemû kesan tên kirin. Cenazeyên mirovan bi rojan li kolanan tên hiştin. Îro zarokekî 3 mehî hate qetilkirin. Ma we ji zaroke çi xwest. Îro êdî ez şerm dikim cenazeyê birayê xwe bixwazim. Li hundirê çavên me dinêrin û mirovan dikujin."

Umut Bahçecî yê ku birayê Îsmaîl Bahçecî yê di 1994'an de hate windakirin jî axivî û got ku Wezîrê ji Mafên Mirovan berpirsyarê yê wê demê Azîmet Koyluoglu ji dayika wî ya ku aqûbeta birayî wê pirsiye re gotina "Dibe ku zarokê te kuştine û avêtine çalakê" bi kar aniye. Bahçecî ev tişt got: "Kiryar diyar in. Qîmeta ku dewlet dide mirovan diyar e." Bahçeçî anî ziman ku terora dewletê li Kurdistanê berdewam dike. 

PEYAMA: RANEZÊ TIRKIYE

Piştre ji bo dayîna daxuyaniya hefteyê Ceren Gozde Uygun axivî û bilêv kir ku 4 meh in li Kurdustanê qatlîam berdewam dike û wiha got: "Peyema me ya sersalê ye, li rojhilatê welat zarok bi gotina 'li vir dewlet me dikuje' qîr dikin, bi rehetî ranezê Tirkiye."