Dayikên Şemiyê li Ewropayê dest bi çalakiyan kirin
Dayikên Şemiyê li Ewropayê dest bi çalakiyan kirin
Dayikên Şemiyê li Ewropayê dest bi çalakiyan kirin
Sevîm Fontaîne û Jean Claude Picquet ên di bin sîwana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de dixebitin, bi derdorên demokrat re li bajarê Laurient ê Fransayê dest bi çalakiyên piştevaniya Dayikên Şemiyê kirin.
Li Meydana Aristide Briand roja Şemiyê saet di 14:00 de çalakiyeke rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku heta saet 19:00 dewam kir de wêneyên kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê di binê çavan de hatin windakirin û broşurên bi Fransî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de ji bo pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê bê kirin, îmze hatin komkirin.
Sevîm Fontaîne ya li bajarê Nantesê bi ÎHD'ê re dixebite da xuyakirin ku bi dirûşma "Di tarîtiya herî kûr de ronahiya findekê bes e" ew dixwazin ji bo aşkerabûna aqûbeta mirovên li Kurdistan û Tirkiyeyê di binê çavan de hatin windakirin, welatên Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bikin.
Fontaîne got, "Di mehên pêş de em ê li gelek welatan çaliyên piştevaniya Dayikên Şemiyê lidar bixin."
Çalakiya li Lorientê, yekemîn çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Ewropayê ye. Ji niha û pê ve wê di meha Adarê de li Lahey û Brukselê, di meha Nîsanê de li Strasbourgê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û ARTE TV, di meha Gulanê de li bajarê Swîsre Zurichê û bajarên Elmanyayê, di meha Hezîranê de jî li bajarê Swîsre Cenevreyê çalakî bên lidarxistin.
Fontaîne da zanîn ku ew ê beşdarî çalakiya 500. e Dayikên Şemiyê ya roja 23'ê Cotmehê li Stenbolê lidar bixin.