Hanîfe Yildiz a ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî bal kişand li ser plana ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû li Mêrdînê eşkere kir û wiha got: "Serokwezîr çima ne li Stenbolê, Enqereyê li cihên ku kesên aqûbeta xizmên xwe digerin dikin na, lê li cihên ku winda çêdibin plan eşkere kir. Ev ne plana 'master' plana çewisandina Kurdan e. Hûn dixwazin gelê Kurd biçewîsinin û daxwazên xwe pêk bînin. Lê, hûn ê bi ser nekevin. Çima di plana we de li ser mafên mirovan madeyek tine ye."
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin bipirsin cara 567'en li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qurnefîl hildan destên xwe. Di çalakiya ku dowîza "li Cizîrê hefteya 8'emîn" hate hilgirtin de çîroka windakirina Maksut Tepeliyê yê di 3'yê Sibata 1984'an de hate windakirin hate pirsîn.
Di çalakiyê de destpêkê dayika Mûrat Yildiz ê di 1995'an de li Îzmîrê hate windakirin Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz bal kişand li ser plana ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mêrdînê eşkere kir û wiha got: "Serokwezîr çima ne li Stenbolê, Enqereyê li cihên ku kesên aqûbeta xizmên xwe digerin dikin na, lê li cihên ku winda çêdibin plan eşkere kir. Ev ne plana 'mastirê ye' plana çewisandina Kurdan e. Hûn dixwazin gelê Kurd biçewîsinin û daxwazên xwe pêk bînin. Lê, hûn ê bi ser nekevin. Çima di plana we de li ser mafên mirovan madeyek tuneye."
'TI HÊVIYA ME JI DEWLETA KU CIHÊN GORÊN ME NABÊJE NÎNE'
Piştî Yildiz hevsera Maksut Tepelî yê di 3'yê Sibata 1984'an de ji mala xwe hate binçavkirin û li qereqolê bi êşkenceyê hate windakirin, Şehrîban Tepelî axivî. Tepelî da zanîn ku dewletê piştî 20 salan windakirina hevserê wê qebûl kiriye, lê hê jî cihê gora wî negotiye.Tepelî da zanîn ku dewlet niha li Kurdistanê her tiştî dike û wiha axivî: "Ji hestiyên miriyên me jî ditirsin. Çima cihên goran nabêjin. Ti hêviyên me ji dewleta ku ciyê gorên me nabêje tuneye."
Daxuyaniya vê hefteyê jî ji aliyê Leyla Kaya ve hate kirin. Kaya destnîşan kir ku di bin navê "ewlehiya raya giştî" de bi dehan kes hatine qetilkirin, Kaya wiha got: "Ev 32 sal in me çawa yên ku Maksut winda kirine ji bîr nekiriye, bila gumana ti kesan nebe. Em ê zalimên îro jî ji bîr nekin. Em zilma wan di mejiyê xwe didin jiyîn. Em ê şahidiya van hovîtiyan jî ji nifşên pêşerojê re ragihînin."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.