Dayîkên Şemiyê bûyera Lîceyê şermezarkirin
Dayîkên Şemiyê bûyera Lîceyê şermezarkirin
Dayîkên Şemiyê bûyera Lîceyê şermezarkirin
Dayîkên Şemiyê di 431'emîn çalakiya xwe de cardin li hev civiyan û aqûbeta xizmên xwe pirsî. Di çalakiya vê hefteyê de bûyera Lîceyê hate şermezarkini û wiha hate gotin: "Tu ferqa van kesên ku gule berdane gel, ji kesên ku di salên 90'an de komkujiya Lîceyê pêkanîne tune ye."
Çalakiya Dayîkên Şemiyê di 431'emîn hefteya xwe de berdewame. Dayîk vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de jî wekî her heftê pankarta "Kiryar diyarin, winda li ku ne" hate vekirin. Di çalakiya dayîkan de aqûbeta Memduh Demîr ku di sala 1995'an de li Mêrdînê hatiye windakirin hate pirsîn û, bûyera Lîceyê ku ciwanekî ji ber guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest dayê û li Enqereyê jî welatiyê bi navê Ethem Sarisulukê di ku dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin hat şermezarkirin.
Di çalakiya vê hefteyê de axubeta Edîp Çelîk ê di bin çav de hatiye windakirin, Kenan Bîlgîn ê di 1994'an de hatiye windakirin û Hasan Ocak hate pirsîn. Endamê Komîsyona Li Hemberî Windakirinên Di Binçav de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe di çalakiyê de balkişand ser bûyera Lîceyê û wiha axivî: "Tu ferqa van kesên ku gule berdane gel, ji kesên ku di salên 90'an de komkujiya Lîceyê pêkanîne tuneye."