BI DÎMEN

Dayikên di nobedê de ne bal kişandin ser yekîtî û azadiyê

Fatma Hemo û Cemîle Mûhammed ên ku di hefteya 618'an de Nobeda Azadiyê dewam dikin, girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd destnîşan kirin û gotin, "Em azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin."

NOBEDA AZADIYÊ DI HEFTEYA 618'AN DE YE

'Nobeda Azadiyê' ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve dewam dike.

Nobedarên hefteya 618'an welatparêzên bi navê Fatma Hemo, Cemîl Mûhammed, Elyan Huseyîn û Ahmet Bagok in ku ji bajarê Munster ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûne.

Elyan Huseyîn anî ziman ku ji ber dîlgirtina 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûne û got, "Her Kurdek, ciwanek, dayikek, mêrek, zarokek em dest bidin hev, bibin yek dil, bibin xwedî armancekê. Em vê hêvî dikin."

Cemîle Mûhammed jî diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan ew hatine Strasboûrgê û silavên xwe ji Îmraliyê re şand. Cemîle Mûhammed got, "3 sal in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Em azadiya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe dixwazin." Cemîle Mûhammed got, "Ji bo vê jî bi şev û roj li ser piyan e. Em ê her tim li qadan bin. Em ê ti carî nekevin."

Cemîle Mûhammed nerazîbûn nîşanî qetilkirina Kurdan, talankirina cografya Kurdistanê û polîtîkayên serweriya li ser Kurdan da û destnîşan kir ku ew daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dikin.

Fatma Hemo jî got, "Sê sal in em nizanin bê rewşa Rêberê me çi ye. Dewletan hemûyan em parçe kirin, berê her yekî ji me dan cihekî. Dijmin naxwaze em bibin yek. Naxwaze em yekîtiya xwe pêk bînin. Em vê qebûl nakin. Em bibin yek. Hezar sal in dewlet zilmê li Kurdan dikin. Bila xwişk û birayên me yên Kurd bibin yek. Eger em nebin yek em ê nikaribin azad bibin. Binê xaka me bi şehîdan tijî ye; em xwedî li xwîna şehîdan derkevin. Em pişta xwe nespêrin dijmin. Em dest bidin hev û welatê xwe azad bikin."