Dayikên berxwedêr ên li Gebzeyê: Her roj êrîş dikin

Dayikên ku çalakiya wan a nobedê ya li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê hatin astengkirin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Dayik û xizmên girtiyên li dijî tecrîd di greva birçîbûnê de ne ji 9’ê Nîsanê û vir ve li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya nobedê de ne, li avahiya rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Çalakiya ku Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû jî tevlî bû, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya, Wexfa Lêkolînê ya Çand û Hunerê ya Ciwaniya Perwerdehiya Zanîstî (BEKSAV) û Navenda Çanda Siberê destek kirin.

Destpêkê dayika Hatîce Soyler a ji 16’ê Kanûna 2018’an ve di grevê de ye Hatîce Soyler axivî. Dayik Soyler anî ziman ku ji roja yekem a dest çalakiyê kirin û vir ve her tim polîsan êrîş kirine, diyar kir ku îro dîsa polîsan êrîşî wan kirine û bi darê zorê li wesayîtan siwar kirine û ji pêşiya girtîgehê dûr xistine.

Parlementerê HDP’ê Alî Kenanolgû jî nerazîbûn nîşanî astengkirina li dayikan û êrîşan da û got: “Dayik ji bo daxwazên zarokên xwe bibin dengek di nava hewldanan de ne. Dayik bi xavikên xwe yên sipî û ji bo bidawîkirina tecrîd û pêşiya demokratîkbûnê veke li her derê têkoşînê dikin û xwedî li zarokên xwe derdikevin.”