Dayikên Aştiyê: Bila mirin çê nebin

Dayikên Aştiyê: Bila mirin çê nebin

Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê li hemberî pêvajoyê gumanên xwe anîn ziman û diyar kirin ku li girtîgehan mirin pêk tên û xwestin pêvajo bêyî mirin çêbibin bi dawî bibe.

Endamên Dayîkên Aştiyê têkildarî "pêvajoya aştiyê" de li avahiya BDP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, diyar kir ku di "pêvajoya aştiyê" de hêj mirov jiyana xwe ji dest didin û bal kişandin ser mirina Îrfan Eskîbag ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Yalçin, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan dibêje wan pêvajoyekî nû dane destpêkirin lê mirinên li girtîgehan pêk tên li dijî pêvajoyê ye.

Yalçin, bilêv kir ku ligel HPG'ê biryara vekişandinê girt tevgera leşkerî ya hewayî û bejayî berdewam dike û wiha got: "Biryar biryara me ye. Biryar biryara Birêz Ocalan e. Ev biryar biryara gelê kurd e. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Bila ev pêvajo bêyî mirin bidawî bibe."

Ayfer Başkaya jî diyar kir ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de bi operasyonekî navneteweyî anîn Tirkiyeyê got, "Ez dê ji vî welatî re aştiyê bîn im" û wiha got: "Ez ji hemû kesên aştiyê dîtin re spasiyan dikim.1" Ebîbe Sîncar jî diyar kir ku divê li Tirkiyeyê rûpela reş bê girtin û wiha got: "Em dayîk dixwazin rûpelekî paqij û nû bê vekirin."