Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Yedîgol ê ku bi êşkenceyê hate qetilkirin, daxuyanî dan.
Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Yedîgol ê ku bi êşkenceyê hate qetilkirin, daxuyanî dan.
Dayikên Şemiyê di hefteya 785’emîn de jî çalakiya xwe dewam kir. Ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên xwe medya civakî çalaki pêk anîn. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn ê ku di 10’ê nîsana 1981’î de piştî ku hatibû destgîrkirin û careke din agahî jê nehatibû stendin.
Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku wan bi salan li aqûbeta birayê xwe pirsiye û tevî vê yekê jî edalet pêk nehatiye û ev têkoşîna wan didome. Yedîgol bang li rayedaran kir û got: “Em gorekê dixwazin. Kekê min li ku veşartî ye? Gora wî li ku ye? Tenê daxwaza me ev e. Em ê her li aqûbeta wan bipirsin. Me kekê min ji bîr nekir û hêj di dilê me de dijî.”
Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê yê Stenbolê Umît Efe jî axivî û diyar kir ku Nurettîn Yedîgol bi îşkenceyê hatiye windakirin û xwest aqûbeta Nurettîn Yedîgol were eşkerekirin.
Pişt re daxuyaniya hefteyê xwişka Hayrfettîn Eren ê windayî Îkbal Eren xwend û çîroka windakirina Yedîgol parve kir û got: “Nurettîn Yedîgol di darbeya 12’ê Îlonê de hat windakirin.” Eren di dewama daxuyaniyê de got dosyeya hiqûqî ya Yedîgol kir û got tevî ewqas sal jî tu encamek jê derneketiye.
Eren got: “Windakirina di dema destgîrkirinê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc di daxilbûna polîtîkayên dewletê de hatiye kirin. Dewlet ji vî sûcî berpirsiyar e. Em dixwazin Nurettîn Yedîgol û hemû winda werin dîtin û dewlet jî berpirsiyariya xwe pêk bîne.”