Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo Hayrettîn Eren li hev civiyan ê ku hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. Di çalakiyê de axaftin hate kirin, bal hate kişandin li ser sûcên dewletê û peyama “Em ê dev jê neberdin” hate dayîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 765’an de li Qada Galatasarayê xwestin kom bibin û balê bikişînin ser aqûbeta windayan. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin, dayik li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Kolana ÎHD'ê disa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Dayikan di çalakiyê de dîsa tîşortên li ser wêneyê windayan heye li xwe kirin û li aqûbeta windayan pirsîn.

ÇÎROKA HAYRETÎN EREN

Dayikan di vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê di  2'ê Îlona 1980'an hatibû destgîrkirin û piştre windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebila Arcan çîroka Hayrettin Eren xwend. Arcan, anî ziman ku windayan di civakê de birînên kûr vekiriye û wiha got: "Divê Tirkiye bi van îhlalên mafên mirovan re rû bi rû bimîne. Ev binpêkirinên mafan rê li pêş demokratîkbkûna Tirkiyeyê digire. Niha li şûna edalet û heqîqetê, înkar û bê edaletiyê cihe xwe girtiye. Înkar û bêcezabûn heye. Ji bo rastiya windayan bi hişê dîrokê re bibe yek em têdikoşin. Dixwazin ev hovîtiya li ser me tê meşandin bê qebûlkirin. Lê em li dijî vê yekê têdikoşin. Têkoşina me ji bo edalet û hiqûq pêk bê ye.  Ji bo edalet û aştiya civakî bê avakirin em têdikoşin."

Arcan, anî ziman ku di hefteya 765’an de Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe berdewam dikin û vê hefteyê ji bo Hayrettin Eren  li hev kom bûne û wiha got: "Hayrettîn Eren ê bi nasnameya sosyalist dihat naskirin 26 salî bû. Di şertên darbeya 12'ê Îlonê de der barê wî de biryara lêgerînê derxistin. Di 21'ê Mijdara 1980'an de dema li Saraçhaneya Stenbolê bû li gel hevaleki xwe hat destgîrkirin. Bi maşîna wî ewil ew birin Qereqola Karagumrukê. Ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe. Li Şaxa Siyasî rastî êşkenceya giran hat. Dema dayika wî çû midûriyetê jê re gotin 'Kesekî wisa nehatiye destgîrkirin. Dayika wî jî got 'Maşîna kurê min li vir e, çawa ew ne li vir e.' Wê demê dayik avêtin dervê qereqolê. Gelek kesan dît ku Hayrettîn Eren destgîr kirine û li qereqolê êşkence lê kirin. Destgîrkirina wî înkar kirin. 39 sal in tevi hemû hewldanên malbatê hiqûq pêk nehat. Bêhiqûqî heye. Aqûbeta windakirina Hayrettin Eren veşartin û kesên ew destgîrkiribûn û windakirin bê ceza hiştin. Em dibînin ku hişmendiya 12'ê Îlonê berdewam dike."

‘WINDAKIRINA DIBIN ÇAVAN DE SÛCÊ NAVNETEWÎ YE’

 Arcan, da zanîn ku Hayrettîn Eren li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat windakirin û wiha axivî: "Midûrê Polîsan ê Stenbolê Şukru Balcı, Midûrê Şaxa Siyasî Tayyar Sever, Cîgirê Midûrê Şaxa Siyasî Mehmet Agar û êşkencekar Fikret Işınkaralar ê heta dawî li ser êşkenceyê sekinî ji windakirina Eren berpirsiyar in. Windakirina di bin çavan de sûcê navneteweyî ye. Îktîdara ku 39 salin aqûbeta windakirina Hayrettin Eren ronî nekiriy şirîkê windakirinê ye. Em dixwazin hikûmet vê hişmendiyê ceza bike û edaletê pêk bîne û sûc ronî bike. "

‘EM TU CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’

 Xwişka Hayrettin Eren Îkbal Eren, jî anî ziman ku bavê wê 32 salan û dayika wê jî 39 salan li benda dîtina Hayrettîn rawestiya û ji bo dîtina Hayrettîn têkoşiyan. Ewil ji bo girtîgehekê û piştre jî ji bo gorekê bi gulan bixemilinin têkoşiyan. Lê mixabin hem dayika min û hem bavê min çavên wan vekirî çûn ketin nava axê. Li vî welatî edalet tune ye. Dayika min û bavê min ji bo li edaletê bigerin di vê tariyê de û di lêgerîna edaletê de çûn. Niha em li vir in. Çiqas asteng bikin jî em li vir in. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wezîrê Karên Hundir qadên heyî li me girtin. Çalakiya ku 699 hefteyan em lê rûniştin li me girtin. Em tevî hemû astengiyan ji têkoşîna xwe gavan paşve navêjin."

Birayê Hayrettîn Eren Faruk Eren jî anî ziman ku ewê heta dawî têbikoşin u hesabê windayan bipirsin.