Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan ê sala 1981’ê piştî hate destgîrkirin û windakirin hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 748'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbat û dayikan li ser vê yekê li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu piştgirî dan çalakiyê

Di çalakiya vê heftê de daxwaza darizandina berpirsên Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema hate destgîrkirin û hate windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin kirin. Daxuyaniyê çapemeniyê ya vê heftê ji aliyê keça Fehmî Tosûn Besna Tosûn ve hat xwendin.

‘QANÛNA BINGEHÎN BI DEMÊ RE HIŞTIN’

Tosûn, diyar kir ku ev 49 heftene polîs destûr nedin wan ku bikevin Qada Galatasarayê û wiha axivî: “Sedama van qedexe û dibin çavkirinan de winda kirin dewlete û hemû desthilatdar jî, hevkarên vî sûcîn e. Yekemîn şertê demokrasiyê rêbaza hesap dayînê ye. Îro li Tirkiyeyê, rêveberiyekê ku hesap bide tuneye. Qanîna Bingehîn bi demê re hiştine. Serbixwetiya darazê ji holê rakirine. Bi kurtasî rêveberiyekê ku ewlekariya hiqûqî û edaletê pêk bîne tuneye.”

‘DI ENCAMA ÎKENCEYEK GIRAN DE KUŞTIN’

Tosûn, pişsa berpirsên Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema hate destgîrkirin û hate windakirin û piştre jî cenazeyê wî hat dîtin kir û wiha bilêv kir: “Suleyman Cîhan 31 salî bû û li Stenbolê dijiya. Ji ber nasnameya wî ya şoreşgerî di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, biryara girtinê derbarê wî de hat dayîn. Di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema ji Edîrne diçû Stenbolê hate destgîrkirin û wî birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbata û parêzerên wî ku agahiya wan ji rewşê çêbû serî li Şaxa 1’emîn, Şaxa 2’yemîn a Miduriyeta Polîsan û Dozgerî Leşkerî dan. Lê ligel hemû hewldanan jî bê encam man. Pişt3ı 85 rojan cezayê Suleyman Cîhan hat dîtin. Cîhan di encama îşkenceyek giran de hatibû kuştin.”

‘YÊN KU GALATASARAYÊ LI ME DIGIRIN FAÎLAN DIPARÊZIN’

Birayê Suleyman Cîhan parêzer Ahmet Cîhan jî, diyar kir ku Dayikên Şemiyê dixwazin gorekê zarokên wan hebin û wiha axivî: “Hikumeta ku Qada Galatasariyê li me digire, berpirsan diparêze. Lê heta ku qatil neyin darizandin û dewlet jî dest ji van cînayetên xwe ber de, em ê li qadan bin. Yek ji me tenê jî bimîne, em ê vê qadê terk nekin. Emê dest ji israra xwe ya çûyîna Qada Galatasarayê bernedin.”

Piştre ji parêzerên malbata Cîhan Omer Kavîlî jî axivî û xwest berpirs bên darizandin.