Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan li hev civiyan

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn yê ku di 30’ê Mijdara 1994’an de hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê 661 hefte ne, li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin û aqûbeta xizmên xwe dipirsin, dixwazin kujer bên darizandin. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" hat vekirin, dayikan qurnefîl û laçikên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan.

Dayikên Şemiyê di hefteya 661'an de li aqûbeta Nihat Aydogan pirsîn. Hevjîna Aydogan Halîme Aydogan aşkera ki ku hevjînê wê di 30'yê Mijdara 1994'an de di bin çavan de hatiye windakirin û wiha got: "Çima goreke xizmên me ya ku em qurnefîlê daynin ser nîn e?"

Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn ê ku di 30'yê Mijdara 1994'an de hat windakirin. Hevjîna Aydogan Halîme û keça wî Necbîr û neviya wî Hêlîn Aydogan di çalakiyê de cih girtin.

‘CÎHANÊ BIHÎST HIKUMETÊ NEBIHÎST’

Yek jî mirova şemiyê hevjîna Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn di destpêkê de axivî û aşkera kir ku hevjînê wê di 19'ê Cotmeha 1993'yan de hatiye windakirin, ji sala 1995'an vir ve li Qada Galatasarayê ne û wiha got: "Me dengê xwe gihand cîhanê, lê me negihand hikumetê." Tosûn piştrast kir ku ew havîn û zivistanê li aqûbeta xizmên xwe digerin û got ku ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.

‘ÇIMA JI HESTIYAN DITIRSIN’

Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan jî aşkera kir ku ew jî dayikeke dilşewat e û wiha got: "Dema min hevjînê xwe winda kir, ji wê hingê ve cihê ku min serî lê neda tune. Rayedaran di dema serlêdanan de digot ku 'Hevjînê xwe li çiyan bigere, mêrê te ne li gel me ye' û berdidan me. Çima goreke xizmên me yên ku em qurnefîlan daynin ser tune? Em hestiyan dixwazin. Bila goreke me jî hebe. Çima ji hestiyên me ditirsin. Êdî bes e bila goreke me jî hebe."

‘JI BO HER KESÎ HEQÎQET Û EDALET’

Mirova şemiyê Hatîce Onaran daxuyaniya hefteyê xwend û ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ya edalet û heqîqetê ne tenê ji bo xizmên me yên di bin çavan de hatine windakirin, ji bo her kesên li vî welatî dijî ye. Ji bo mafê mirovan serdest be û demokrasî bi pêş keve, ew têkoşîna me ya baweriyê heye."

Onaran eşkere kir ku Nîhat Aydogan 39 salî û bavê 4 zarokan bûye, li gundê Mizîzexê yê navçeya Midyada Mêrdînê hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gundiyên Mizîzexê nexwestin bibin cerdevan û ji ber vê tundî dîtin. Bi êrîşên sîstematîk ên hêzên dewletê re rû bi rû man, gef li wan hat xwarin. Piştî kurê Nîhat Aydogan Fevzî di vê navberê de çû çiyê, zextên li ser bavê wî hêj zêdetir bûbûn. Her gav bi ser mala wan de digirin û êşkence li wan dikirin."

‘DI NAVA XWÎNÊ DE BIRIN QEREQOLÊ’

Onaran, da zanîn ku di 30’ê Mijdara 1994’an de leşker û cerdevanan ser mala Aydogan de girtin û binçavkirin. Onaran, dest nîşan kir ku di dema serdegirtinê de derî şikandin û wiha got: “Bi kontaxa çekê  li Nîhat Aydogan xistin û ji nava nivînan derxistin. Dest û piyên wî girê dan û di nava xwînê de birin Qereqola Cendirmeyan a Midyadê. Piştre jî birin Qereqola Navenda Cendirmeyan a Mêrdînê.” 

Onaran, anî ziman ku rayedarên fermî gotin, piştî Aydogan 20 rojan dibin çavan de ma, sewqî dozgerê nobedar kirine û piştî îfadeya wî hat girtin û şûn de serbest berdane. Onaran got ku ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Aydogan nehat girtin û wiha domand: "Ev senaryo ne. Tu rastiya xwe tune."

Onaran, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî çend salan hevjînên Aydogan Halîme Aydogan, ji bo lêpirsîna aqûbeta hevjînê xwe cardin serî li dozgeriyê da. Di vê navberê de rastî mînaka qeydên windabûna Nihat Aydogan hatin û derketi holê ku mirina wî derbasî nifusê bûye. Muxtarê gund ku mirin ragihand, rasrî êrîşa fermandarê cendirmeyan hat û bi darê zorê danezan ji nû ve sererast kir.”

‘LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ DÊ BIDOME’

 Onaran, destnîşan kir ku hemû serlêdanên fermî yên malbata Aydogan kirî bê encam man û wiha bi dawî kir: “Ê ku Nîhat Aydogan di bin çavan de winda kirin tên zanîn, lê ligel vê yekê hiqûq nayê cih. Sûcê windakirina Aydogan bê ceza ma. Lê em ê heya dawiyê lêgerîna xwe ya edaletê bê navber bidomînin.”