Dayîkên Şemiyê, ji bo Mehmet Şîrîn Maltû hatin ba hev

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn ê ku di 17 saliya xwe de di binçavan de hate windakirin.

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin, di hefteya 670'yan de li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne?" hat vekirin, qornefîlên sor û laçikên spî yên aştiyê temsîl dikin avêtin ser wêneyên windayan. Di çalakiya îro de wêneyê Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest dabû jî danîn gel wêneyên din. Demîr kekê Abdurrahman Demîr e yê di sala 1995'an de di bin çavan de hatibû windakirin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Şirîn Maltû hat pirsîn yê di 17 saliya xwe de hat windakirin.

Destpêkê dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî, xemgîniya xwe ya ji bo Mehmet Demîr wiha anî ziman: "Mixabin tenê vê êşê kesên ku dibêjin em mirov in dizane. Em li van qadan yek bi yek dimirin. Dema em li van kolanan yek bi yek bimirin hûn ê ku dera xwe hine bikin? Çareserî di biratî û mirovahiyê de ye."

Xwişka Mehmet Şirîn Maltû, Perîhan Maltû axivî û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo miriyên xwe an zindiyên xwe dia bikin em nizanin. Em ê yek bi yek bi vê hesretê bimirin. Em hestiyên xwe û gorên xwe dixwazin. Em li van qadan nebin jî wê nevî û zarokên me li van qadan bin." Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin Masîde Ocak jî bal kişand ser Mehmet Demîr ê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Ez 22 salên têkoşîna wî ya li Qada Galatasarayê dizanim. Kekê Mehmet careke din em li vê qadê tenê hişt. Em hemû gelekî bi hêrs in. Emê ji bo kekê Mehmet li edaletê bigerin."

Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.

Eren bi gotina "Oxir be kekê Mehmet" dest bi axaftina xwe kir û aşkera kir ku Demîr 22 salan bi wan re li qadê têkoşîn meşandiye û wiha axivî: "Kekê Mehmet got ku 'Min birayê xwe nedît, ezê çawa li rûyê dayika xwe binhêrim.' Piştî windakirina dayika Kesriye Demîr, me kekê Mehmet jî winda kir. Bê deng bû, lê di rojê herî zehmet de li gel me bû."

ÇÎROKA MEHMET ŞÎRÎN MALTÛ

Eren destnîşan kir ku Mehmet Şirîn Maltû li mezraya Zediya ya navçeya Hezoya Êlihê, di 31'ê Çileya 1995'an de hatiye binçavkirin û ev tişt got: "Leşkerên kontrola rê dikin, Maltû peya dikin. Malên hemû gundan heta saet 04.00'ên sibehê qêrîna îşkenceya Maltu bihîstin. Piştre Şirîn hildan birin. Rojtira din saet di 12.00'an de dest û piyên wî girêdayî û di serê wî de tûrik heyî ew careke din anîn gund. Leşkeran bi saetan ew li qadê derb kirin. Malbat û gundiyan aşkera kir ku leşkeran her dem dixwest cih nîşanê wan bike, lê wî her digot 'ez nizanim.' Ji ber îşkenceyê Maltû nema dikare li ser xwe bisekine û leşker wî davêjin maşîneyê. Malbatê serî li Qereqola Bekirhan û Hezoyê da lê, gotin ku ne di bin çavan de ye."

Eren derbirî ku kesekî li Tabûra Komando ya Êlihê girtî, piştî serbest tê berdan, aşkera dike ku ew bi Maltû re 6 rojan di bin çavan de maye. Lê ji ber tundiyê vî kesî nexwestiye bibe şahid. Eren pirsa "Çi hat serê Mehmet Şirîn Maltû?" kir û xwest aqubeta Maltû bê zelalkirin.