Dayikên Şemiyê ji bo Keremoglû hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji bo Kadîr Keremoglû yê 14’ê Nîsana 1995’an hate destgîrkirin û piştre winakirin hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê di hefteya 735'emîn a çalakiya xwe de xwestin li Qada Galatasarayê li aqubeta xizmên xwe bipirsin, lê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê li ser astengiya polîsan li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Kolan dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Mirovên Şemiyê tîşortên li ser wêneyên windayan hebûn li xwe kirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Mehmût Hasan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya vê heftê de aqubeta Kadîr Keremoglû yê 14’ê Nîsana 1995’an dema hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin, hat pirsîn.

Daxuyaniya vê heftê, xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’ê Îlona 1980’iyan ê dema hate destgîrkirin û windakirin Îkbal Eren da û wiha axivî: “Ev 36 heftene mafê me yê şermezarkirinê û civata me ya aştiyane asteng dikin. Ev astengî mafê me bin pê dike û di heman demê Qanûna Bîngehîn jî bin pê dike. Kedîr Keremoglû yê 75 salî di 14’ê Nîsana 1995’an de li navenda Wanê dema ji Mizgefta Keremoglû derdiket ji aliyê Torosên Spî ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin. Malbatê serî li hemû meqamên ewlehî, edlî, îdarî û leşkerî dan, lê tu encam bi dest nexistin.”

WÊ DETS JÊ BERNEDIN

Eren, anî ziman ku ew ê dest ji lêgerîna Kadîr Keremoglû berdin û ev peyam da: “Em ê dest ji lêgerîna windahiyên xwe berdin. Em ê ti carî dest ji Qada Galatasaray a cihê hevdîtina windahiyên me ye bernedin.”

‘EM Ê DEST JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN’

Piştre kurê Kermoglû Bahattîn Keremoglû, axivî û got: “Daxwaza me ya edaletê heye. Ez bang li dewletê dikim; dest ji vê êşkencê berdin. Em tenê dixwazin hûn hestiyên me bidin me. Bila gorekê bavê min jî hebe ku em her heftê li ser Fatîha bixwînin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Em ê her tim li vê qadê bin.”