Dayîkên Şemiyê: Em ê bêdeng nemînin û efû nekin!

Dayîkên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay hatin ba hev, ê ku di sala 1992’an de piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 694’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam kirin. Çalageran laçikên spî û qurnefil danîn ser pankarta “Kujer diyar in winda li ku ne?” û wêneyên windayan hildan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek mirovên şemiyê tev li bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hasan Gulunay hate pirsîn ê ku di 20’ê Tîrmeha 1992’an de piştî ku hatibî destgîrkirin, hatibû windakirin.

Di çalakiyê de ewil birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn axivî yê ku di 12’ê Îlona 1992’an de hatibû windakirin. Bîlgîn got ku “23 sal in ji bo edalet pêk were, em li Qada Galatasarayê ne. Tu hikumetê dengê me nebihîst. Heta em nebêjin xelas bû, kes nikare dosyeya van mirovan bigire.”

 Piştre nameya keça Hasan Gulunay, Denîz Gulunay şandibû hat xwendin. Ji Mirovên Şemiyê Nîmet Tanrikulu xwend û got: “Ez li her deverê te vedibêjim û behsa çîroka te dikim. Di 20’ê Tîrmeha 1992’an de pêvajoya em ê êdî te nebinin dest pê kir. Di heman demê de me xwe di nav têkoşînekê de dît. Em ji kêliya ewil ve bûn biryardayîna Hasan Gulunay. 26 sal em dibêjin Hasan Gulunay li ku ye? Em ji rêveberên her tim behsa demokrasî û edaletê dikin dixwazin bipirsin. Ev pergala ku hestiyên bavê 4 zarokan jî nahêle bibîne, hiqûqa wê li ku ye? Qey edalet û hiqûq ji bo me nîne? Li welatek ku edalet lê nîne, dosyeya Hasan Gulunay rastî dembihûrînê anîn û di şexsê bavê min de em ê tu demê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê bêdeng nebin, dest jê bernedin û efû nekin.”

Piştî xwendina nameye daxuyaniya çalakiyê ya vê hefteyê Parlamenter Oya Ersoy xwend û di daxuyaniyê behsa windabûna Hasan Gulunay kir ê ku di 20’ê Tîrmeha 1992’an de hat windakirin. Ersoy diyar kir ku dosyeya doza Gulunay bi dembihûriyê hatiye girtin û malbat û civak xwedî wî mafê hînbûna heqîqeta windayan e.

Piştî axaftin û daxuyaniyê çalakî bî dawî bû.