Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê ligel hemû astengkirinên polîsan bi qerenfîlên di destê xwe de ketin Qada Galatasarayê. Polîsan dayik destgîr kirin.

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyan di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Du meşên cuda hatin kirin. Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin têkoşîna xwe vê hefteyê jî berdewam kirin.

Gelek kes tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. Li ser biryara "qedexe ye" ya Qeymeqamtiya Beyogluyê gelek polîs vê hefteyê jî hemû kuçeyên derdikevin Qada Galatasarayê û Rêya Îstîklalê girtin û dorpêç kirin. 

Tevî ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) biryara "binpêkirinê" daye jî ev 22 hefte ne ku kombûna Dayikên Şemiyê ya li qadê tê astengkirin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, parêzvanên mafên mirovan hatin gel hevdu. Li vir girseyê xwest ber bi qadê ve bimeşe lê belê polîsan girse dorpêç kirin. Girseyê bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da. Polîsan ji pişt ve destên çalakvanan kelepçe kirin û ew destgîr kirin. Di vê navberê de Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a kurê wê Murat Yildiz di nezaretê de hatibû windakirin, diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan ya lêgerîna edaletê bernedin. 

Besna Tosûn a ku bavê wê Fehmî Tosûn di sala 1995'an de hat windakirin, biryara AYM'ê bi bîra polîsan xist û da zanîn ev mudaxele bêhiqûqî ye. Polîsan jî ji Tosûn re gotin qeymeqamtiya Beyogluyê qedexe kiriye. Tosûn anî ziman ku ev biryara ji bo Dayikên Şemiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye dayin û kelepçekirina mirovan a ji pişt ve jî sûcê mirovahiyê ye. Piştre Tosun û girseyê dan zanîn wê biryara qedexeyê nikaribe têkoşina Dayikên Şemiyê asteng bike. 

Polîsan destê çalakvanan ji pişt ve kelepçe kirin û ew destgîr kirin. Kesên derûdorê yên bertek nîşanî polîsan dan jî ji qadê hatin dûrxistin. Hat zanîn ku 20 kes hatine destgîrkirin û nayê zanîn ew birine kîjan qereqolê.