BI DÎMEN

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, car din li Qada Galatasar a Stenbolê hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, di hefteya 986’an de jî li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê, her wiha xizmên windakiriyan jî di çalakiyê de cih girtin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku di sala 1995’an de li Stenbolê di bin çavan de hatibû windakirin. 


 
Metna daxuyaniyê ji hêla Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin. Eren, diyar kir ku lêgerîna wan a heqîqet û edaletê di hefteya 986’an de berdewam dike û wiha got: “Em li vê derê ne ji ber ku dewlet ji bo sûcê windakirina di bin çavan de berpirsyartiya xwe ya ‘pêşîlêgirtin û cezakirinê’ bi cih bîne lê bi cih nayîne. Kesên di bin çavan de hatin windakirin, ji ber fermanên rayedarên dewletê û paşguhkirina wan hatin kirin. Lewma jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin.” 
 
Eren, got ku ew dixwazin aqûbeta windakiriyan bê zanîn û li ber darazê hesab ji faîl û berpirsyarên wan were pirsîn. Piştre jî Eren agahiyên têkildarî Ridvan Karakoç ê 29 sal berê di 34 saliya xwe de li Stenbolê di bin çavan de hatiye windakirin parve kir. Eren, ev agahî da: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya. Bi partiyên siyasî yên kurd û li saziyên çand û hunerê xebat dimeşand. Li ser îfadeya kesekî, di 1994’an derheqê wî de biryara girtinê hate dayîn. Polîsên ku li Karakoç digeriyan, mala wî dişopandin. Car bi car bi ser malê de digirtin û digotin; ‘Ridvan ji me re bînin, nexwe em li ku bibînin dê bikujin.’ Bi vê yekê gef li malbatê dixwarin.” 
  
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ridvan ê nehate malê, heta 15’ê sibata 1995’an jî bi awayekî rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re di nava peywendiyan de bû. Ji vê dîrokê ve êdî agahî jê nehatin girtin. Dorpêça li ser malê jî rabû. Polîsan êdî bi ser malê de negirtin. Malbata Karakoç, serî li her derê dan lê encamek bi dest nexistin. Ji bo Ridvan ê hatibû binçavkirin lê binçavkirina wî dihat înkarkirin, dewletê bersiva ‘li gel me nîne’ da. Piştî israra ku 110 rojan dom kir, cenazeyê Ridvan Karakoç ê şopên êşkenceyê li ser bûn, li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin. Dema malbat lê digeriya, cenazeyê wî bi agahdariya dozger û hemû saziyan bi rojan li ATK’ê hatiye sekinandin û piştre jî tevî ku li emniyetê şopa tiliya wî hebû jî weke ‘kesekî nasnameya wî nediyar’ hate veşartin.”
 
Eren, anî ziman ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke baş nehat kirin û wiha bi dawî kir: “Di sala 2016’an de dayika wî Asiya Karakoç wefa kir. Ji bo tiştên bi serê wan hatine anîn wiha digot; ‘Dewletê em ji hemwelatîbûnê derxistiye û hemû derî li ser me girtine.’ Di hefteya 986’an de em careke din bang li meqamên darazê dikin; peywira we ya ku hûn rastiya ku Ridvan Karakoç a di bin çavan de hatiye windakirin derxînin holê. Divê kes û saziyên tiliya wan di vî sûcî de hene bên eşkerekirin û cezakirin. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe dev ji daxwaz û lêgerîna edaletê bernedin.”

Piştî çalakiyê, çalakvanan qurnefîl danîn meydanê.