Dayika Mekiye ji bo şervanên YPG/YPJ'ê distirê
Dayika Mekiye ji bo şervanên YPG/YPJ'ê distirê
Dayika Mekiye ji bo şervanên YPG/YPJ'ê distirê
Mekiye Girtî (55) ya ji Êlihê, ku kurên wê li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li ser xeta sînor hem nobedê digire hem jî stranên ji kûrahiya dilê wê tê, ji bo zarokên xwe û hemû berxwedêrên YPG/YPJ'ê distirê. Dayika Mekiye berê xwe dide Kobanê û dibêje, "Ez stranên xwe, ji bo çavê dijmin kor bike, guhê dijmin ker bike, ji bo destekê hemû zarokên min ên ji bo xaka xwe şer dikin, distirêm."
Li ser sînorê Kobanê dayikek, bi stranên xwe re hewl dide dengê xwe bigihêjîne kurên xwe û hemû şervanên YPG/YPJ'ê. Mekiye Girtî ya Êlihî (55), 2 zarokên wê li Kobanê li nava refên YPG'ê şer dikin. Mekiye Girtî berê xwe dide sînor û bi stranên xwe yên ji bo şoreşa Kobanê re hewl dide dengê xwe bigihêjîne zarokên xwe û hemû YPG/YPJ'yiyên li ber xwe didin. Dayika Mekiye ku di heman demê de stranan dinivîsîne, stranên xwe yên "Lo Berxo" û "Spîndar" ên ji bo kurên xwe Nedîm û Mehmed nivîsandiye, bi dengekî bilind distirê. Dayika Mekiye bi gotina, "Min ev stran ji bo zarokên xwe çêkir" dest bi axaftina xwe kir û got, "Lê ne tenê ji bo wan distirêm. Ji bo hemû hevalên wan ên di vê rê de bi wan re dimeşin, distirêm. Hemû hevalên wan ên li gel wan dimeşin, zarokên min in. Ti cudahî di navbera wan de nîne. Ez dayika hemûyan im."
'EZ DAYIKA ŞOREŞGERAN IM'
Dayika Mekiye dibêje "Ez dayika şoreşgeran im" û anî ziman ku ji bo destekkirina berxwedana Kobanê ew hatiye ser sînor. Dayika Mekiye got, "Tişta ku ji gelê Kurd dixwazim ew e ku her tiştî deyne aliyekî, bê ser sînorê Kobanê û xwedî li Kobanê derkeve." Girtî da zanîn ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe re dengê xwe gihand tevahiya cîhanê û got, "Ez dayikeke Kurd û dayikeke gerîla me. Ez ê heta hêz û dilopa dawî ya xwîna xwe, bidim dû zarokên xwe û têkoşîna wan."
JI BO STRANÊN XWE BIGIHÎNE ŞERVANAN LI SER SÎNOR E
Girtî diyar kir ku bi stranên xwe re dixwaze hêzê bide şervanên li Kobanê ji bo mirovahiyê têdikoş in û got, "Bi dengê xwe re her wiha dixwazim çav û guhê dijmin kor û ker bikim. Min du zarokên xwe da vê têkoşînê û heta niha min ji wan agahî negirtiye. Gelekî dixwazim agahiyekê ji wan bigirim, ku sax in yan na. Lê çi dibe bila bibe ez bi wan serbilind im. Ew û hemû hevalên wan taca ser serê min e. Ez dayika hemûyan im. Ew ji bo şeref, namûs, rûmet û axa xwe şer dikin. Ji ber vê yekê ji malê derketine. Bi saya wan em bi ku ve biçin rêz û hurmet ji me re tê nîşandan."