Dayika Aştiyê Sakîne Guven hat destgîrkirin
Dayika Aştiyê Sakîne Guven ku ji bo tevlî civîna koma HDP'ê bibe hat Meclîsê, bi hinceta ku der heqê wê de lêpirsîn heye hate destgîrkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Guven ku ji bo tevlî civîna koma HDP'ê bibe hat Meclîsê, bi hinceta ku der heqê wê de lêpirsîn heye hate destgîrkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo tevlî civîna koma HDP'ê ya li Meclîsê bibe ji Stenbolê hat Enqereyê, lê li pêşiya Meclîsê ji aliyê polîsên Tirk ve hat destgîrkirin.
Hate ragihandin, Guven bi hinceta ku lêpirsînek lê hatiye vekirin hatiye destgîrkirin.
Guven birin Edliyeya Enqereyê.