Daxwazên dagirkeran di qirika wan de ma - ÇAVDÊRÎ
Daxwazên dagirkeran di qirika wan de ma - ÇAVDÊRÎ
Daxwazên dagirkeran di qirika wan de ma - ÇAVDÊRÎ
Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destpê kir 72 roj li pey xwe hişt. Berxwedana 72 rojan di rojeva hêzên herêmî û yên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn de ye. Berjewendiyên hêzên navneteweyî, pevçûnên ji bo vê û di çarçoveya vê de manewrayên polîtîk, ev yek li ser encamên berxwedana Kobanê yên derxistine holê teşe digire. Berxwedana 72 rojan daxwazên yên digotin “dê bikeve” jî yên digotin “em ê nimêja Înê li Kobanê bikin” jî di qirika wan de hişt. Çend nimêjên Înê derbas bûn çeteyên DAIŞ’ê nekarîn li Kobanê nimêja Înê bikin û çend În derbas bû Kobanê neket. Kobanê neket, berevajî vê çeteyên DAIŞ’ê gav bi gav ji Kobanê tên derxistin.
Ev 22 roj in li vir im û bûm şahidê gelek tiştan. Bajar bi tevahî di rewşa şer de ye. Hema bibêje li Kobanê maleke ku gulê lê neketibe yan jî hewan îsabet nekiriye nîn e. Tevahî bajar hê jî hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi hewanan e. Lê ligel vê yekê jî li bajar bi hezaran sivîl û şervanên YPG û YPJ’ê li gorî vê rewşê jiyana xwe didomînin. Pevçûn ji bo hemû kesan bûne parçeyeke jiyana rojane. Yên ku ewil tên bajar çend rojên destpêkê ji ber dengên çekan, topên hewanan û bombebarana balafiran diltirs dibin. Lê piştî ku hefteyek derbas dibe ji yên digerin re dibêjin “niha vê demê em baş in”. Heta ku guleyek yan jî parçeyê şarapnelê li we nekeve hûn li Kobanê baş in. Ligel bi têgeha mirinê re rû bi rû bin jî li Kobanê jiyan didome.
WATEYA PERE NÎNE, PÊDIVÎ BI PERE JÎ NÎNE
Bi hevalê xwe Ersîn Çaksu re hema her roj em diçin ciheke cuda yê Kobanê. Em hem bi sivîlan re, şervanên YPG û YPJ’ê re, hem peywirdarên asayîşê, peşmerge û hêzên Burkan El Firatê re dixavin. Ji ber ku her tim digerin li bajar kesekî em nas nekin nema. Wekî ku ew wênekêşên bajar in. Hemû kesên me dibînin silavê didin me, ji bo xwarin û çayê vedixwînin. Xwarin li vir kêm e, hemû tiştên hene bi hevre tê parvekirin. Ji ber şer pere li vir wateya xwe winda kiriye. Fikra ku dibe pêdiviya min bi pere heye nayê hişê mirov. Ji bilî vê hem ji aliyê sivîlan hem jî ji aliyê şervanan ve li ser wateya êrîşa li dijî Kobanê nirxandinên ku divê mirov bala xwe dibe tên kirin.
QEHREMANÊN BÊNAV
Ez dixwazim di vê nivîsê de hin vegotinên yên li vir li ber xwe didin û li vir dijîn bînivîsim. Dema ku dibêjim ên li ber xwe didin di esasê xwe de tenê yên li Kobanê dijîn li ber xwe nadin. Li vir jiyîn, li gel ewqas êrîş û xetereya mirinê bi xwe berxwedan e. Ji ber vê yekê Kobanê niha bajarê yên li ber xwe didin e. Di wekî hemû şeran de tê dîtin li Kobanê qehremanên bênav pir in. Ji ber ku bênav in pir dilnizm in. Xetere û zehmetiyên ku nekişandine nemaye lê dîsa jî rûyê wan her tim dikene. Û hestên xwe bi gotina “lukseke me ya ketina nava bêhîvitiyê û li ber xwe nedanê nîn e” tînin ziman.
ÇIMA HEMÛ TIŞTÊN XWE TERIKANDIN
Bi yek ji qehremanên bênav re du caran derfetên me yên sohbetê çêbû. Li rûyê wî ken kêm nabe. Keseke ku di nava şer de mezin bûye ye. Parçeyeke qedera kurdan û mirovên li Rojhilata Navîn tê eciqandin e. Bi her awayî jinek, dayikek, şervanek, rêhevalek, fermandarek, xwîşkek û berxwedêreke serê xwe natewîne ye. Ew qehremana bênav dema DAIŞ bajar dorpêç dike gelek kes ji bajar derket lê wê BKC girt destên xwe û nirxandina “ez ê ji deriyê îxanetê derbas nebim” kir û bi vî rengî Kobanê kir bajarê berxwedanê. Qehremana bênav a ku nirxandina “eger di nava şer de xeyalên min nebin ez nikarim bijîm” dike dê teqez li dîrokê cihê xwe bigire. Ew qehremana bênav ji bo kesên ku Kobanê diterikînin wiha dibêje: “Dema ku DAIŞ’ê ewil êrîşî gundên Kobanê kir, mirovan ev der hewldan biterikînin. Gelek kes vê yekê wekî rev dinirxînin. Lê ez wisa nabêjim. Gelek kesên kal û pîr yên nedikarîn bimeşin hebûn. Digotin me jî bibin ji DAIŞ’ê re nehêlin. Hemû kesan digotin tirsiyan û reviyan lê rewş ne wisa ye. Ev mirov bi keda xwe ya ji dîrokê hatiye, axa xwe, malên û hemû tiştên xwe dihiştin. Ev ji bo mirovan pir giran e. Lê ligel vê yekê jî hemû tiştên xwe hiştin. Ji ber ku hemû tiştên wan ji destên wan çû jî nexwestin di bin feraseta DAIŞ’ê de bijîn. Ya esasî ev e. Ev mirovan li şûna ku bi vê ferasetê ve bijîn hemû tiştên xwe hiştin û çûn. Feraseta DAIŞ’ê qebûl nakin.”
'JENOSÎDEK PÊK TÊ'
Bijîjkeke dildar a Kobanê. Bi derfetên kêm hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên sivîlan çaraser bike. Ji bilî bijîjkbûnê polîtîkaya Rojhilata Navîn jî baş dizane. Pêvajoya ku tê jiyîn dişibîne salên 1900’î. Dibêje ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tê xwestin destketî û mafên bingehîn en kurdan ji wan bê girtin. Bijîjkê dildar nirxandinên wiha dike: “Piştî şerê yekemîn ê cihanê emperyalîstan Kurdistan kirin çar parçe. Ji ber ku kurd bêrêxistin bûn sedsalek ji mafên xwe bêpar derbas kirin. Niha jî bi destên DAIŞ’ê li dijî kurdan jenosîd tê kirin. Ya ku diqewime tenê şerê hêzên leşkerî nîn e. Exlaqê DAIŞ’ê û yên hêzên ew afirandiye nîn e. Ne zarokan nas dikin ne jin ne jî kal û pîran. Hemû kesan dikujin. Hemû mal û milkên wan desteser dikin. Ji bo ku kurd venegerin wir çi ji destên wan tê dikin. Li cihên ku dagir dikin kulmek tovên mirovan hebin jî nahêlin. Armanca wan ew e ku mirov vegerin jî nakirin hilberînê bikin. Heke kurd û gelên tên eciqandin li ber xwe nedin dê têkçûneke piştî şerê yekemîn ê cihanê xirabtir bijîn. Armanc li holê ye. Ji ber vê yekê ji bilî berxwedanê rê nîn e. Çi ji destên kê tê divê bike û li ber xwe bide.”
'EGER EM BIMIRIN, LI SER AXA XWE BIMIRIN'
Jineke pîr a dema êrîşên li dijî Kobanê zêde bûn derbasî Rihayê bû piştre cardin vegeriya Kobanê têkîldarî girêdana axa xwe û girêdana xwe ya şervanên YPG û YPJ’ê wiha tîne ziman: “Ez çûm Pirsûsê. Em rezîl bûn. Ez yên li vir şer dikin, zarokên me, ciwanên me fikirîm. Canê min ji canê wan bi qimet nîn e. Vegeriyam hatim. Caneke min heye, mirin dê rojeke bê. Eger bimirim jî li axa xwe bimirim. Li cem hevalan bimirim. DAIŞ zilmê dike, bila bike. Eger zarokên me li ber xwe didin em ê li ber xwe bidin, em ê li axa xwe bimirin.”
Me li Kobanê bi gelek kesan re sohbet kir. Li ser cihanê, li ser mirov, li zilmê gelek tişt anîn ziman. Hemû tiştan di nivîsê de vegotin, nivîsandin zehmet e. Lê li ser van hersê vagotinan mirov dikare nirxandineke wisa bike dê rast be. Belê ji bo kurdan û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn wekî salên 1900’an rewşek heye. Ji bilî berxwedan û mafên xwe bidestxistinê rê nîn e. Eger vê yekê nekin, rêya din dê bibe rêya windakirinê. Ji ber ku êrîşa ku DAIŞ wekî taşeron tê bikaranîn êrîşeke li dijî hemû mirovahiyê ye. Tenê li dijî kurdan nîn e. Tişta ku li Kobanê tê kirin û ya ku em bûne şahid jî bijartina berxwedanê ye û mafê xwe ji vê rêyê girtin e. Dema ku li ber xwe didin hûn dikarin têk jî biçin, winda jî bikin lê bêyî berxwedanê windakirin ji bo feraseta serdema navîn a ku DAIŞ dixwaze bîne îzaha vê yekê nîn e.
Tişta li Kobanê dixuye, ji ber ku Kobanê li ber xwe dide di rojevê de ye û ahengan diguherîne. Lê li ber xwe nedaba niha li Kobanê tişta ku me binivîsanda dê ne çîrokên berxwedanê çîrokên têkçûnê bû yan jî ji bo me tiştekî bihata nivîsandin tinebû. Tenê li ser televîzyonan dîmen û manşetên rojnameyan ku DAIŞ seriyan jê dikin heba.