‘Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê propagandaya rêxistinê ye?’
‘Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê propagandaya rêxistinê ye?’
‘Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê propagandaya rêxistinê ye?’
HDP’ê morkirina dibistanên ji bo perwerdeya bi Kurdî anî Meclîsê. Aydogan ji Wezîrê Karên Hundir Ala pirsa “Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê propagandaya rêxistinê ye? Eger na sedema ku lêpirsîn hatiye vekirin çi ye?”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan lêpirsînên dozgeriya Komarê ya Amedê ku der barê vekirina dibistanên ku perwerdeya Kurdî têde tê dayîn de lêpirsîn vekir anî rojeva Meclisê.
Aydogan di egera pêşnûmepirsan de şîroveya ku li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî nêzîkatiya ewlekarîperest cardin xistine meriyetê nirxand. Aydogan ku bal kişand ser pêvajoya çareseriyê got: “Bi taybet pakêta demokratîkbûnê ya hat pêşkêşkirin de Serokwezîrê demê Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku di qada perwerdeya bi zimanê dayikê de zimanê Kurdî wek zimanekî perwerdeyê wê bibe zagonî û têkildarî vê wê dibistanên taybet jî bên vekirin û her wekî din diyar kiribû ku wê di vê mijarê de reformên zagonî di demeke kurt de bixin meriyetê.”
Pirsên ku Aydogan pêşkêşî Wezîr Ala kirin ev in:
1- Li gorî Wezareta we daxwaza bi perwerdeya zimanê dayikê dikeve nav propagandaya rêxistinê? Ger neke nav propagandaya rêxistinê sedema ji aliyê dozgeriyê ve li dijî dibistanan lêpirsîn hatine vekirin çi ye?
2- Di dema ku di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet hevdîtin didomin, Wezareta we ku li hemberî hewldanên perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî astengî çêkirine weke nakokiyekê hûn dihizirin? Ger hûn nafikirin sedema wê çi ye?
3- Weke wezaret hûn difikirin ku perwerdeya Kurdî ya bi zimanê dayikê di çarçoveya dibistanên taybet û di aliyê aborî de wek bijarteyeke ku koma dahata wan zêde bê derxistin û ji bo zarokên Kurd ên xizan jî karibin perwerdeyê bibin wek mafekî di çarçoveya dewleta sosyal de hûn difikirin?