Daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din re

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo Cejna Qurbanê serlêdana hevdîtinê li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Malbatan di serlêdanê de ya li Serdozgeriya Komara  Bûrsayê gotin ew dixwazin Cejna Qurbanê xizmên xwe bibînin.  Malbatan xwestin ku daxwaza wan di navbeyna 31'ê Tîrmehê û 3'yê Tebaxê de di rojeke pêkan de pêk were.

Malbatan her wiha xwestin ku di navbeyna 31'ê Tîrmehê û 7'ê Tebaxê de di rojeke pêkan de derfeta axaftina bi telefonê were naskirin.