Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 768’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.

Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak ji bi hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 768 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.

Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Hemû serlêdanên parêzerean bi hincetên ‘Rewşa xirab a hewayê’ , ‘Koster xerabeye’, ‘Koster li tehmîrê ye’ û ‘Rewşa Awarte tên redkirin.