Daxwaza hevdîtina malbatan hate redkirin
Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç tevlî malbatên girtiyên li Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kirin. Daxwaza hevdîtinê ya malbatan hate redkirin.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Mehmet Ocalan û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, duh ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriya Bûrsayê serlêdan red kir.
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî, bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza wan jî red kir.