Piştî hewldana darbeyê metirsiyên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zêde bûn. Ji bo vê jî parêzerên Ocalan Ebrû Gunay, Îbrahîm Bîlmez, Rêzan Sarica û xwîşk û birayên Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Di daxwaznameya serîlêdanê ya parêzeran de hate gotin, ‘’Ji ber rûdanên raperîna leşkerî û tiştên wehîm ku pê re rû dayin hewceciyeke lezhîn e ku em bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber metirsiya raya giştî û me ya der barê ewlekariya jiyana miwekîlê me, em dixwazin ku şertên hevdîtinê ya bi miwekîlê me re li gorî Qanûna Înfaza Cizayê ya Destûra Bingehîn pêk were.’’
Dozgeriya Komarê ya Bursayê bi hênceta ku ‘’keştî xerabe ye’ got, hevdîtin nikare pêk were.
‘HEYA KU EM RÛ BI RÛ RÛNENIN METIRSÎ NAQEDIN’
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ebrû Gunay piştî biryara redkirinê got metirsiyên wan li ser miwekilê wan heye. Gunay diyar kir, rewşa tecrîdê ya ku li Imraliyê heyî jixwe metirsiyan bi wan re çêdike û got rewşa darbeyê ya li Tirkiyê ya van du rojan jî ev metirsî zêdetir kirine û got, ‘’Ev metirsî tenê dema ku em bi miwekîlê xwe rêzdar Ocalan re rû bi rû rûnin wê bi dawî bibin. Ji bo vê jî kêlî beriya kêliyekê divê em bi miwekîlê xwe re rûnin.’’
Parêzer Ebrû Gunay got, di rojên pêş de ew ê hem serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropa (CPT) û hem jî serî li ser Dadgeha Destûra Bingehîn jî bidin.