Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate redkirin
Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, duh ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana malbatan dîsan hate redkirin.
Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, duh ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana malbatan dîsan hate redkirin.
Duh birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan ji aliyê Sedozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku biçin hevdîtina xizmên xwe. Lê serlêdana malbatan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin.