Daxwaza berdana girtiyên nexweş Kuday û Menteş hat kirin

Malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî pek anîn û xwestin Abdulkadir Kuday û Kudbettin Menteş serbest bên berdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Malbatên girtiyên nexweş û Komisyona Girtîgehan a Şaxên ÎHD’ê li Stenbol û Enqereyê çalakiyên xwe berdewam kirin. Malbatan di çalakiyan de xwestin girtiyên nexweş bên berdan. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya  Stenbolê û xizmên girtiyan di hefteya 643’an de çalakiya “Rûniştina F” berdewam kirin. ÎHD’ê çalakî li pêş avahiya xwe ya Beyoglu pêk anîn. Malbatan û rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û dowizên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Girtiyên nexweş serbest berdin” vekirin. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Dermankirin maf e, nayê asteng kirin”, “Girtiyên nexweş serbest berdin”, “Tecrit dikuje, piştevanî dide jiyandin” berz kirin. Endamê MYK’ê yê DEM Partiyê Musa Piroglu û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.

Komisyonê vê hefteyê bal kişand ser girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê Abdulkadir Kuday û xwest serbest bê berdan. 

Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, anî ziman ku tenduristiya Kuday her diçe xerab dibe û êdî Kuday nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Can da zanîn ku êdî Kuday daketiye 41 kiloyan. Can xwest Kuday  demildest serbest bê berdan. 

ENQERE

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Şaxa  ÎHD’ê ya Enqereyê di hefteya 515’an de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de dowizên “Dermankirin maf e, nayê asteng kirin”, “Girtiyên nexweş serbest berdin” vekirin û dirûşmeyên “Dermankirin maf e, nayê asteng kirin”, “Girtiyên nexweş serbest berdin” û “Tecrit dikuje, piştevanî dide jiyandin” berz kirin.

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya  Enqereyê Nuray Çevirmen daxuyanî da û wiha got: “Li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di nava van nexweşan de nexweşên kronik û kesên gelek nexweşî bi wan re hene, hene. Mehmet Alî Yaşa piştî hat berdan ji bo dermankirinê çû Finlandiyayê. Lê li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî 30 salan girtî ma hat berdan.”  

Çevîrmen bal kişand ser rewşa Kutbettîn Menşet ê 67 salî ku li Girtîgeha Tipa S a Bodrumê ye û wiha got: “Kutbettin Menteş ji sala 1994’an heta niha girtî ye. Li Girtîgehên Muş, Dîlok û Amedê girtî ma. Ji sedî 40  êdî nabîne. Di 2007’an de hat berdan, lê di sala 2016’an de cezayê wî erê kirin û di sala 2021’an de hat girtin. Li Girtigeha Tîpa H a Bursayê ma. Niha li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ye. Gelek nexweşî pêre hene. Divê bi lezgîn Kutbettin Menteş serbest bê berdan.”