Daxwaza berdana 6 rojnamegeran hate redkirin

Daxwaza serlêdana ji bo berdana 6 rojnamegerên bi hinceta “Muxalefetiya Qanuna MÎT’ê” tên girtin hate redkirin.

Bi rêya parêzeran ji bo 4’emîn Dadgeriya Ceza ya Sulh a Stenbûlê, di dema bi hinceta guherîna sazkirina înfazê û serbest berdana bi kontrol, doh di derbarê Midurê Waşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Mehmet Ferhat Çalîk û Midurê Berpirsê Karên Nivîsînê Aydin Keser, nivîskarê Rojnameya Yenîçag Murat Agirel, Midurê Weşana Giştî yê Odatv yê Bariş Pehlîvan, Midurê Berpirsê Nuçeyan Bariş Terkoglu û nûçegihan Hulya Kilinç de serlêdan ji bo daxwaza berdanê hatibû kirin.

Dadger diyar kir ku destgîrkirina wan bi pivane, tiştek pêwîst nine ku dawî li destgîrkirina wan were û daxwaza berdana wan red kir.