Daxuyaniyên li ser êrîşa li Minbicê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, di êrîşa bombeyî de 13 kesan canê xwe ji dest dane, 18 jî birîndar bûne. Pentagonê jî diyar kir, ji hêzên DYE'yî 2 leşker, xebatkarekî sivîl û ewlekarekî bi peyman jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşa xwekujî ya li Minbicê daxuyaniyek da û got, "Terorê careke din êrîşî ewlekarî û aramiya bajarê Minbicê kir ku bajar ji aliyê gel û şervanan ve hatiye rizgarkirin.

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, em vê kiryarê hovane bi tundî şermezar dikin. Êrîşa ku îro hate kirin careke din diyar dike ku terorîst hîn dikarin çalakiyên xwe pêk bînin. Lewma li me ferz dike ku em erka xwe ya exlaqî û ewlehî bi mebesta xelaskirina gelê xwe û cîhanê ji hêzên tarî dewam bikin. Em teqez dikin ku ev kiryar îradeya me naşkîne, berevajî wê hêz û israra me ya ji bo têkbirina planên terorîstan ku hewl didin ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin zêde dike û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî asta parastinê xurt bikin.

Diyar e ku terorîst aştî û ewlehiya herêmê dikin hedef û xeteriya wan hîn jî bi dawî nebûye. Li ser vê yekê em têkoşîna li hemberî wan dewam bikin ta hemû komployên wan ên têkbirina ewlehiya herêmên rizgarkirî pûç bikin."

DAXUYANIYA PENTAGONÊ

Wezareta Parastinê ya DYE'yê (Pentagon) jî li ser êrîşa xwekujî ya li Minbicê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 2 leşkerên DYE'yî, xebatkarekî wan ê sivîl û ewlekarekî wan ê bi peyman di êrîşê de mirine.