HDK'ê hewldana darbeyê weke "encama şerê navxweyî yê ji ber darbeya Qesrê ya li nava dewletê" pênase kir. HDK'ê hikûmet hişyar kir, ku nerazîbûna li hemberî darbeyê hatiye nîşanadn weke "erêkirina rejîma yek şexsî" nebîne.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu têkîldarî hewldana darbeyê li Buroya HDK'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist.
Hevberdevkê HDK'ê Kurkçu diyar kir, ku ew li dijî hewldana darbeyê ya di 15'ê Tîrmehê de Kurkçu got: "15'ê Tîrmehê ji darbeyên 27'ê Gulanê, 12'ê Îlonê, 28'ê Sibatê wêdetir wekî darbeya 21 Gulana 1963'an a bi pêşengiya serheng Talat Aydemîr bû."
Kurkçu bilêv kir ku îstixbarata ku hikûmet û qesrê bi civakê re parve nekiriye heye û vekişandina Erdogan û rayedarên hikûmetê xwe li cihên bi ewle jî nîşaneya vê ye. Kurkçu wiha axivî: "Çewisandina îsyanê, tasfiyekirina hevrikan ji bo hamleya Erdogan a yek serok plana ku vê yekê weke qerase binirxînin nîşan dide." Kurkçu bal kişand ser merheleyên darbeya piştî 7'ê Hezîranê hat kirin û diyar kir, di merhelay yekemîn de bi pêşengiya Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû şer li dijî Kurdan hat ragihandin, di merheleya duyemîn de Bînalî Yildirim kirin Serokwezîr û di merheleya sêyemîn de jî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat kirin.
'DIVÊ KOMÊN LÎNCKER BÊN CEZAKIRIN'
Kurkçu bang li hikûmetê kir û anî ziman ku leşkerên ku xizmeta leşkeriyê dikin û hatine binçavkirin ji berpirsyaran divê bên cudakirin û bên berdan. Kurkçu destnîşan kir ku komên derketin kolanan û bûyerên lîncê pêk anîn jî divê bên lêkolînkirin û lêpirsîn bê vekirin û sûcdar bê cezakirin.
ENIYA DEMOKRASIYÊ
Kurkçu bang li gelan kir û got, wekî welatiyên wekhev û azad ên Tirkiyeyê ji bo welatê hevpar ji nû ve ava bikin bi lezgînî ji bo înşakirina eniya demokrasiyê bikevin nava hewldanan.
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û êrîşên piştî 7'ê Hezîranê ji bo darbeyê bingeh ava kiriye. Koçyîgît destnîşan kir ku fermandarên ku bi "îxanetkirina welat" tên sûcdarkirin li Kurdistanê şer dane meşandin û dema ku ew vê yekê tînin ziman ew fermandar dibin qehreman lê dema ku mudaxaleyî sîstemê û hikûmetê dikin jî ev kes dibin xayînê welat bi vî tên sûcdarkirin.
Koçyîgît bilêv kir ku planên qeyûm tayînkirina şaredariyên DBP'î û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê ve ketine pêvajoya darbeyê û pêvajoya darbeyê ji vê rewşê cuda nîne. Koçyîgît bilêv kir ku pêvajo bi çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jin û kedê ve dikare bê çareserkirin, eger ne wisa be wê bibin şahidên darbeyên nû.