Dawaza hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 781’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan careke din bi hincetên keyfî hate redkirin.